Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin 2022-08-02 12:00:28 ENQERE - Feleknas Uca ya HDP’î da zanîn ku êrişên ser Şengalê di 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de jî berdewam in û wiha got: “Gelê êzidî xwe li dijî Fermana 74’an birêxistin kir, xweparastina xwe bihêz kir û dibêje; ‘Ez li vê derê me û xwedî li vîna xwe derdikevim.’”  DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir û “Fermana 74’an” pêk anî. Bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û zarok û jin jî di nav de bi hezaran kes jî hatin revandin. Gelek welatan ev komkujî weke “Qirkirin” nas kirin û piştî Komkujiya Şengalê, gelê Şengalê rêveberiya xwe ya xweser ava kir, hêza xwe ya parastinê ava kir. Lê dîsa jî hêj niha jî rastî êrişan tê.    Di korîdorên hatine vekirin de bi hezaran êzidî hatin rizgarkirin û ji wan gelek derbasî Tirkiyeyê bûn. Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a êzidî Feleknas Uca serpêhatiyên wan ji wan guhdar kir û pê re eleqeder bû. Uca, bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê bi ajansa me re axivî.    Feleknas Uca, ji ewil qurbaniyên êrişa DAIŞ’ê bi bîr anî û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn lê hêj niha jî êş û elemên wê berdewam in. Xelkê êzidî beriya Fermana 74’an, bi 73 fermanan re rû bi rû ma. Lê ya DAIŞ’ê êşên gelek mezintir çêkirin. Cara ewil bû ku jinên êzidî di bazarên koleyan de hatin firotin. Di vê komkujiyê de tenê jîngeh nehatin valakirin, ne tenê komkujî hatin kirin, bi hezaran jinên êzidî hatin dîlgirtin. Li pêş çavên zarokan bavên wan hatin qetilkirin. Jinên êzidî ji bo ku nekevin destê DAIŞ’ê xwe kuştin û li ber xwe dan.”       ‘ÇEKÊN ÊZIDIYAN JÊ HATIBÛN STANDIN’   Bi domdarî Uca destnîşan kir ku di dema komkujiyê de wan tevî HDP, DBP û KCD’ê komîsyoneke rêxistina sivîl ava kirine û wiha domand: “Wê demê me li Silopiyaya Şirnexê ku êzidî dihatin wê derê xebatên xwe domandin. Me êzidiyên dihatin li Êlih, Mêrdîn, Cizîr û Amedê bi cih kirin. Me yekser şahidiya rewşê kir. 3’yê Tebaxê Cejna Êzidiyan bû. Dema ku haziriyên cejnê dikirin rastî êrişa çeteyên DAIŞ’ê hatin. Yên ku karîn birevin xwe spartibûn Zaxo û Dihokê. Yên ketin destê DAIŞ’ê hebûn, yên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didan hebûn. Beriya Fermana 74’an PDK’ê got; ‘em ê êzidiyan biparêzin’ û çekên wan ji dest girt. Hemû şahidên wê demê vê yekê piştrast dikin. Dema DAIŞ’ê êriş pêk anî jî hemû kesî dît bê ka kî revî û kê li ber xwe da.”   Di berdewamê de Uca got ku civaka êzidî bi qirkirinê re rû bi rû hatiye hiştin û wiha dom kir: “Civaka êzidî rêxistinkirî nebû, hêzên wan ên parastinê tunebûn lewma bi tenê hatin hiştin. Jinên êzidî li pêş çavên cîhanê hatin revandin û li bazaran weke koleyan hatin firotin. Cil û bergên reş li wan hatin kirin, destên wan zincîr kirin û li Mûsilê di bazaran de hatin firotin. Ev wêne, di sedsala 21’an de ji bo hemû gelên cîhanê şerma herî mezin bû. Ne tenê li Mûsilê, li gelek welatên Rojhilata Navîn hatin firotin. Li Urdun, Misr û Erebistana Siûdî hatin firotin. Hêj niha jî 2 hezar û 700 jinên êzidî winda ne. Niha li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê jin û zarokên êzidî tên dîtin. Dewlet tiştekî nake lewma malbatên wan ên li ewropayê neçar dimînin ku keçên xwe bi pereyan bistînin. Ev trajedî nayê vegotin.”    ‘DAIŞ’Î LI ENQEREYÊ ÇAWA EWQAS REHETIN’    Uca, têkildarî jinên li Enqereyê derdikevin holê û li ser înternetê tên firotin jî ev agahî dan: “Dê wêneyên DAIŞ’iyan û leşkerên tirk ên li ser sînorê Kobanê bê bîra we. Ew wêne di sala 2014’an de hate kişandin. Emîrên DAIŞ’ê li nava sînorên Tirkiyeyê yan tên girtin an jî kuştin. Ev tiştekî rasthatî nîne. Ji Êlihê heta Amedê sê noqteyên lêgerînê hene. Pir zehmetiyan derdixînin. Lê emîrên DAIŞ’ê ji sînorên Tirkiyeyê heta Enqereyê bi rehetî diçin û li wir dijîn. Ji Şengalê heta Enqereyê çawa bê kontrol tên? Gelo haya îstîxbaratê jê nîne? Ma haya dewletê ji taxên DAIŞ’iyan ên li Enqereyê nîne? Me li Meclisê gelek caran xwest ku ev rewş were vekolandin lê AKP-MHP’ê red kir. Tirkiye ji hêlekî ve Şengalê bombebaran dike li hêla din DAIŞ jinên êzidî li Enqereyê difiroşe. DAIŞ pire rehet tê û diçe. Xuyaye ku têkiliyekê wan heye. Tişta ku dixwestin bi destê DAIŞ’ê bikin niha Tirkiye bi xwe dike.”   ‘ÎRO JÎ ÊRIŞ HENE’   Feleknas Uca bi lêv kir ku tevî ewqas êş û komkujiyan jî qirkirina êzidiyan bi ser neketiye û wiha pê de çû: “Dayikên êzidî di şexsê jinan de di Komkujiya Şengalê de çek rakirin û keç û malbatên xwe li dijî DAIŞ’ê parastin. Jinên êzidî yên li Çiyayê Şengalê ku nedixwestin bikevin destê DAIŞ’ê xwe kuştin û li ber xwe dan. Xweziya zimanê Çiyayê Şengalê hebûya û bikariya ew êş, trajedî û berxwedan vegota. Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn lê hêj jî gorên komî nehatine vekirin. Piştî fermanê jî civaka êzidî li Şengalê jiyaneke demokratîk ava kirin. Civaka ku rastî ferman û komkujiyan hatibû ji bo têkoşîna azadiya xwe hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Dayikên 70 salî ji bo parastina Şengalê ketin eniyên şer. Jinên êzidî yên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin ketin çeperên şer. Ji tenduristiyê heta perwerde û hwd. di gelek qadan de li Şengalê pergalek hate avakirin. Tirkiye jî êrişî vê pergalê dike. Her tim jî PKK’ê weke hincet nîşan dide. Lê hemû cîhan dizane ku PKK di dawiya sala 2017’an û di despêka sala 2018’an de xwe ji wir vekişand. Heta dayikên Şengalî ji gerîlayên diçûn re digotin; ‘Em naxwazin hûn biçin. Heke hûn biçin dê dîsa êrişî me bikin.’ Tevahiya cîhanê ev rewş dît. Êzidiyan, jinên êzidî xwe birêxistin kir lê niha êrişî pergala wan tê kirin.”    ‘EM Ê SERÊ XWE BIDIN LÊ SERÊ XWE NATEWÎNIN’   Di berdewamê de Uca diyar kir ku niha tê xwestin ku dîsa civaka êzidî bi fermaneke din re rû bi rû were hiştin û wiha derbirî: “Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê û jiyana demokratîk a li Şengalê hedef tê girtin. Nexweşxane tên bombebarankirin û nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweser û Teyrê Tawis ê êzidiyan hatin qetilkirin. Ji bo civaka êzidî pir girîng e. Erê rast e Teyrê Tawis hatibû qetilkirin lê serê xwe netewandibû. Li vir peyamek hebû, Teyrê Tawis digot; ‘Em ê serê xwe bidin lê serê xwe natewînin.’ Ev ji bo her kesekî peyamek bû.”    ‘KESÊN BÊDENG JÎ BERPIRSYAR IN’   Uca, bêdengiya dewletên ewropî ya li dijî êrişan rexne kir û ev tişt anî ziman: “Hinek welatên ewropî niha dibêjin ku Fermana 74’an weke qirkirin qebûl dikin. Ji bo ku vê qirkirinê bi awayekî fermî nas bikin jî xebatan dikin. Lê li hêla din li dijî êrişên ser nexweşxane û sivîlan bêdeng in. Ji ber vê bêdengiya xwe jî ji van komkujiyan berpirsyar in. Biryarên Yekitiya Ewropayê hene ku xwedî li bawerî û gelên li ber tunebûnê derkevin. Lê li dijî komkujiyên li Şengalê bêdeng in. Li ser Şengalê peyman tên çêkirin lê dîsa bêdeng in. Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi tank û topan ser Şengalê de çû û dayikên êzidî Şengal parast. Li ser çapemeniyê Şengalê hedef digirin û bingehê ji êrişan re amade dikin.”    ‘CIVAKA ÊZDIDÎ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE’   Feleknas Uca axaftina xwe wiha qedand: “Civaka êzidî xwe bi rêxistin kir û hêza xwe ya parastinê ava kir. Bi vî awayî bersiv dan Fermana 74’an. Şengal bû navenda berxwedanê. Şengal bû cihê qêrînên azadiyê. Şengal bû wesîle ku hemû gelên wê derê xwe birêxistin bikin û jiyaneke li ser esasê projeya neteweya demokratîk ava bikin. Ji komkujî û fermanekî, xwebirêxistinkirin û avakirina hêzên xweparastinê ya gelekî derket. Civaka êzidî got; ‘heke em ji fermanê re jî derbas bibin ez îro li ber xwe didim.’ Jinên ji destên DAIŞ’ê rizgar bûyîn îro pêşengtiya parastina Şengalê dikin û dibêjin; ‘hûn dikarin bi hêza xwe ya cewherî û bi rêxistiniya xwe civaka xwe azad bikin.’ Zextên li ser Şengalê didomin. DAIŞ ji nû ve zindî dibe û gefê li Şengalê dixwe. Dixwazin pergala li Şengalê belav bibe û gel birêxistinkirî nebe. Tevî van hewldanan jî civaka êzidî xwe bêhtir birêxistin dike, hêza xwe ya parastinê xurtir dike û dibêje; ‘Ez li vê derê me û xwedî li vîna xwe derdikevim.’”    MA / Berîvan Altan