Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin 2022-08-02 12:02:20   ÎDIR - Li Bajaroka Xelfelî ya Îdirê cotkarên ku zeviyên wan ji ber bêaviyê ziwa bûn, li ber şaredariyê çalakî li dar xistin.    Li Bajaroka Xelfelî ya bi ser navenda Îdirê ve cotkarên ku zeviyên wan ji ber bêaviyê ziwa bûn, li ber şaredariya bajarok civiyan. Cotkaran şaredariyê protesto kir û diyar kirin ku ava wan ji ber Santrala Hîdroelektrîk (HES) ku li bajarok hatiye avakirin, ziwa bûye. Cotkaran xwest pirsgirêka wan avê bê çareserkirin û demek dirêj li ber şaredariyê çalakî kirin. Cotkaran xwest bi rayedarên şaredariyê re hevdîtinê bikin, lê rayedaran nexwest bi wan re hevdîtinê bikin. Coktar piştî çalakiyê ji ber şaredariyê veqetiyan.