Sarincê nadin rojnamevanên girtî 2022-08-02 12:09:15 AMED - Sarinc, televizyon û pirtûkan nadin 16 rojnamevanên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatibûn girtin.  Li Amedê d 16’ê hezîranê de 16 rojnamevanên kurd bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnamevan ji roja hatine girtin li girtîgehê bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Rojnamevan Omer Çelîk ê li Girt3igeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind ku tê ragirtin di hevdîtina li gel malbata xwe de behsa binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû dimînin kir.    Çelîk diyar kir ku li gel ev 2 meh in di girtîgehê de jî pirtûkên bo wan hatine şandin nedane wan. Çelîk anî ziman ku germahiya li girtîgehê pileya wê 42 dide nîşandan û tevî vê germe jî sarincê nadin wan û li gel daxwaz dikin jî televizyon jî nadin wan.    Çelîk destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ew ê di hefteya ewil a meha îlonê de pirtûkên wan bidin wan û ji bo dayîna sarincê û televizyonê jî tu hêcet nehatiye nîşandan.    Parêzerên rojnamevanan diyar kirin ku ew ê têkildarî mijarê serî li îdareya girtîgehê bidin.