Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin 2022-08-02 12:17:02 AMED - Malbatên girtiyan li Amedê Nobeda Edaletê domandin û diyar kirin ku ji Girtîgeha Amedê girtî hatine sirgûnkirin û gotin: “Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin." Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji bo bên berdan li Amedê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 260'emîn de berdewam kirin. Malbatên girtiyan çalakiya xwe îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tipa D’yê li dar xistin. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.    'ÊDÎ BES E EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’    Di çalakiyê de ewilî xwîşka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada ani ziman ku tevî ew qas meh li pey xwe hiştine jî partiyên siyasî ku soza piştgiriyê dabûn wan bi cih neanîne û heta niha rêyedarên dewletê jî daxwazên wan qebûl nekiriye û çareseriyêk nedîtine. Ada diyar kir ku herî dawî li Girtîgeha Amedê 4 girtî hatine sirgûnkirin û wiha got: "Êdî bila zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û tevî ku cezayê wan qediyaye jî girtî nayên berdan. Poşmantiyê li ser zarokên me ferz dikin. Lê zarokên me di doza xwe de poşman nînin. Heta xwîn di canê me de hebe jî em ê li pey doza wan bin. Êdî bes e bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Girtiyên bi navê, Nuar Kaymaz, Behçet Bayhan, Selahattîn Aslan, Arîf Onkol hatine sirgûnkirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Êdî bes e. Girtiyên me sirgûnî bajarên dûr dikin, ev jî zilma li ser malbatan e.”    Dayika girtî Azîz Tufan, Yesûre Tufan jî axivî. Tufan anî ziman ku 4 girtî sirgûnî bajarên dûr hatine kirin û got: "Em vê zilmê qebûl nakin. Êdî bes e. Sirgûnkirina zarokên me jî zilma li ser malbatan e.”    Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmayên "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiquq edalet" bi dawî bû.