Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye 2022-08-02 12:52:12 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 512’an de berdewam kir. Malbatê diyar kir ku bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye.  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 512’an de jî berdewam kir. Li gel ku betlaneya dadî heye jî malbat di saetên serê sibehê de hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li ser derenskeyên edliyeyê çalakiya xwe domand.    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Yên ku digotin; ‘em ji bo guhdarîkirina pirsgirêkên gelê Rihayê hatine vê derê’; nikarin zilma li pêşiya Edliyeya Rihayê ku tevahiya xelkê Rihayê xwedî lê derketine ji nedîtî ve bên. Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye.”