Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin 2022-08-02 12:53:33   ŞIRNEX -  Li gundê Roboskî li ser rêya qereqolê teqîn pêk hat û di teqînê de cerdevanek mir û 2 cerdevan birîndar bûn.    Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve li ser rêya Qereqola Beyaztepe li dijî maşîneyek leşkrî ya cûreyê wê pîqap e teqîn rû da. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di teqînê de cerdevanê bi navê Kerem Encu hat kuştin û 2 cerdevan jî birîndar bûn. Cerdevanê kuştî û yên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.