Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn 2022-08-02 13:09:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku di nava mehekê de li Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye 4 jê jin bi giştî 43 kes hatin revandin, 5 kes hatin qetilkirin û 3 hezar û 300 dar jî hatin birîn.    Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê rapora xwe ya meha tîrmehê ya têkildarî binpêkirinên li Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter de ye daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di meha bihûrî de li Kantona Efrînê 5 jê kal û 4 jê jin bi giştî 43 kes hatin revandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku cenazeyê welatiyê bi navê Ebdurehman Îso di 5’ê tîrmehê de li nêzî gundê Merat ê Efrînê di bîrekê de hate dîtin, cenazeyê welatiyê bi navê Cîhan Omer Berekat (23) li gundê Çuban ê Racoyê di mala wî de hate dîtin û hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Mihemed Dîb ê 17 salî întîhar kiriye lê cenazeyê wî reş û şîn bûbû û şopên derbkirinê li ser hebûn.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku MÎT’ê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên bi navên “Polîsên leşkerî”, “Sûltan Mûrad” û “ewlehiya siyasî” li navçeya Cindirêsê welatiyên bi navên Remzî Şêx Mihemed Mehmûd (32),  Ebdulnîzar Xelîl (24), Mihemed Ciwan Mihemed (28), Ebdurehman Omer Hesen, Mihemed Hesen (27), Mehmûd Elî Hesen (30), Firzet Mihemed Mehmûd (28), Ebdo Mehmûd Derwîş (31) û Mihemed Xelîl Riyad (26) revandin.    LI EFRÎNÊ PÊLA REVANDINÊ   Bi domdarî hat destnîşankirin ku MÎT’ê û komên paramîlîter ên “Cebhet El Şamiye û “Polîsên leşkerî û sivîl” li navenda bajarê Efrînê û navçeyên wê yên Raco û Şêrayê û gundên wê welatiyên bi navên Mistefa Kemal Mihemed, Rifet Ehmed Zenkî, Xelîl Hekîm, Elî Şêx Ehmed (65), Horîk Dawûd (69), Muslim Mihemed Elo, Mistefa Murad Zîbar (65), Osman Henan (70), Hemûd Mistefa (38), Fewzî Murad, Ebdulhadî El-Omer, Basil Mihemed Nasir (30), Mihemed Emîn, Mistefa Selîm Hisên (38), Menan Selîm Hisên (52), Hisên Hedik û Mistefa Mihemed (28) revandine.    LI NAVÇEYAN HEMAN SEPANA DERMIROVΠ   Rêxistinê da zanîn ku MÎT’ê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên “Polîsên leşkerî”, “Ehrar El Şam”, “Hemzat” û “Mihemed Fatîh” li navçeyên Şêrawa, Mabata û gundên wê welatiyên bi navên Mesûd Izedîn Birîmo (53), Seydo Reşad Elî (37), Henan Omer Misto (35), Hadî Ednan Misto (34), Mihemed Hemîd Nasir (58), Hisên Ebûd Hemo (45), Ehmed Ebdo (30), Adil Bêrem (55), Ehmed Birîmko (60), Emîn Elî, Cemîl Murad Mihemed (55), Mistefa Ferîd Cemal (20), Midhet Murad Mihemed (63), Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd, Henîfe Îbrahîm û Esûm Mihemed Elîko revandin.   5 KES HATIN QETILKIRIN   Di berdewamiya daxuyaniyê de rêxistinê ev agahî parve kirin: “Cenazeyê welatiyê bi navê Ebdurehman Îso (50) di 5’ê tîrmehê de li devereke nêzî gundê Meratê di bîrekê de hate dîtin. Cenazeyê welatiyê bi navê Cîhan Omer Berekat (23) di 9’ê tîrmehê de li gundê Çuban ê Racoyê di mala wî de hate dîtin. Li gorî agahiyan Cîhan xwe kuştî ye, dayika zarokekî ye û ji şêniyên Soxinekê ye. Di 11’ê tîrmehê de keça welatiyê bi navê Mihemed Dîb a 17 salî kuştî hate dîtin. Hat îdiakirin ku xwe kuştiye lê şopên îşkenceyê li ser laşê wê hebûn. Her wiha serçeteyekê artêşa tirk li gundê Şêx Bilo yê Racoyê hevjîna xwe kuşt.”    DÎWAR TÊ ÇÊKIRIN Û DAR TÊN BIRÎN    Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn ku artêşa tirk li seranserî gundên Efrînê dîwar çêkirine û li navçeyên Raco, Şêra, Şiyê û Cindirêsê 3 hezar û 300 darên zeytûnan hatine birîn. Hat destnîşankirin ku artêşa tirk û komên girêdayî wê li gundê Sîdankê yê Cindirêsê ji bo koçberan li nava zeviyan dest bi çêkirina avahiyan kirine û heta niha 40 avahî hatine çêkirin û hêjta tên çêkirin.