Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin 2022-08-02 13:11:01 ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş biryara ATK’ê ya ji bo Çevîk Bîr da nirxand û got: “Kesên ku bi darê zorê Aysel Tûglûk didarizînin û kesên Çevîk Bîr berdidin û raporê nadin Tûglûk ji yek navendê tên birêvebirin.”  Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a girtî li girtîgehê bi nexweşîna demansê ketiye û tevî nexweş e û serlêdanên bo wê tên kirin jî nayê berdan. Tûglûk herî dawî di danişîna Doza Kobanê de bi darê zorê îfadeya wê hat girtin û hat darizandin. Tûglûk bi alîkariya parêzer xwe li ser pêya girt. Di roja ku bi Tûglûk xwe li ser pêya nedigirt ku îfade bide, Serokê 2’yemîn ê Serfermandariya Giştî Çevîk Bîr ku ji doza 28’ê Sibatê girtîbû û cezayê muebedê lê hatibû birîn, hat ji ber nexweşîna demansê, cezayê wî hat taloqkirin û hat berdan. Çevîk Bîr bi rapora ku Saziya Tiba Edlî (ATK) dabûyê hat berdan. Lê heman ATK serlêdanên ji bo berdana Tûglûk red dike û rapora berdanê nade. Sê caran ji bo berdana Tûglûk serî li ATK’ê hat dayîn lê her sê caran jî ATK’ê got, “Aysel Tûglûk di girtîgehê de bimîne.”    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş beştaş biryara ATK’ê ya ji bo Tûglûk û Çevîk Bîr nirxand.    'PERGALA HIQÛQÊ YA DU ALÎ HEYE'    Beştaş anî ziman ku bi vê biryara dawî re ATK’ê carek din li gorî îktîdara siyasî biryarê da û wiha axivî: “Herî dawî biryara ji bo Çevîk Bîr jî nîşanî me da ku; ATK li gorî kes raporê dide, li gorî nasname, ziman, bawerî, raboriya kesan biryara siyasî dide. Em viya wek biryarek siyasî pênase dikin. Teqez ev biryarên ATK’ê ne li gorî ehlaqê tibê, ehlaqê mirovahî, wîjdan û hiqûqê ye. Li dijî girtiyên nexweş ku girtiyên siyasî ne hiqûqa du alî tê sepandin. Ji bilî siyasetmedar û girtiyên kurd her kes tê berdan. ATK bêguman ji Meclisê hêz digire. Meclis heke qanûnên şaş derxe bêguman wê dadgeh jî û ATK jî dê rola xwe bicih bîne. Ferqa di navbera ATK, dadgeh û Meclisê de nemaye. Hiqûqek du alî xistine meriyete. Ev biryarên ATK’ê cihêkariya li dijî girtiyên kurd e. Di navbera girtiyên kurd û tirk de cihêkariyê dikin. Êdî ev pergala wan edaletê û hiqûqê nayê qebûlkirin.    LI NAVENDEKÊ TÊN BIRÊVEBIRIN   Çevîk Bîr jî bi nexweşîna demansê û Aysel Tûglûk jî bi nexweşîna demansê dijî. Di serlêdana ewil de ji bo Çevîk Bîr ev biryar tê dayîn. Bi neberdana Tûglûk re îşkence lê tê kirin. Duh di danişîna doza Kobanê de bi darê zorê îfadeya Tûglûk hat girtin. Adeta îşkence li Tûglûk tê kirin. Yên ku Ayselê bernadin, wê didarizînin, yên ku rapora berdanê dane Çevîk Bîr û yên ku raporaberdanê nadin Tûglûk ji yek navendê ve tên birêvebirin û li navendekê plansazî tê kirin.”    MA / Bêrîvan Altan