Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê 2022-08-02 14:19:52 WAN - Dayika Makbule Ozer a 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin û ji sedî 53 astengdar e, rakirin nexweşxaneyê.    Li dayika Makbule Ozer a 80 salî ku ji sedî 53 astengdar e, li Artemêtan a Wanê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn û di 9’ê gulanê de hate girtin. Hat zanîn ku dayika Makbule rakirin nexweşxaneyê. Ozer, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin û piştî ku rewşa wê giran bûyî, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.    Ji bo ku Ozer cezayê xwe li malê derbas bike serlêdan hatibûn kirin lê belê Dadgeriya Înfazê ya Wanê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ev daxwaz red kiribû. Li ser vê yekê parêzer Dîlan Kunt Ayan bi daxwaza “tevdîrê” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû.