Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin 2022-08-02 14:28:34   ÊLIH - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Êlihê banga tevlibûna mitînga Amedê kir û wiha got: “Em ê pêşeroja azad ava bikin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Êlihê ji bo mîtînga 6’ê tebaxê ya ku dê li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin, civîna çapameniyê li dar xist. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokên Bajêr Hurriyet Kaytar û Huseyîn Sarik tev li civînê bûn. Hevserokê HDP'a Êlihê Huseyîn Sarik destnîşan kir ku ew ê li dijî talan, neheqî û li dijî her cûre mêtingeriyê bi gelên ku li ser vê xakê wekhevî û zadiyê esas digirin re bên cem hev û gel vexwend mitîngê.    Sarîk diyar kir ku ew li Êlihê benda tevlîbûnekî xurt in û anî ziman ku ew dê ji bo tevlibûnê roja mîtîngê wesayîtan jî seferber bikin.   LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DEMOKRASÎ   Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku polîtîkayên şer, krîza aborî belavî her qadên jiyanê bûne û wiha got: “Di mîtîngê de gelên ku ji bo aştî, azadî, wekhevî, edalet û demokrasî qezenc bike,  tên cem hev dê bersiva herî xurt bidin û tekoşînê bilind bikin astekî bilindtir. Heman demê de mitînga me ya Amedê dê bibe bersiva herî mezin a li dijî polîtîkayên tundî û gefan, doza girtina partiya me, polîtîkayên şer, rakirina parêzbendiya parlamenteran, operasyonên derveyî sînor, krîza aborî û li dijî deh hezaran girtiyên li girtîgehan de rehîn girtin."    STRATEJIYA RÊYA SÊYEM    Başaran axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Partiya me her ku diçe mezin dibe û ji bo Stratejiya Rêya Sêyemîn rola wê girîngtir dibe. Kongreya 5’emîn nîşanî me da ku gelê me li gel hemû tundî û gefan li partiya xwe xwedî derket. Ya ku dîkeve ser milê me jî vê xwedîderketinê mezinkirin, mafên mirovan, azadiyê û mafên netewan ên ji netewbûnê tên parastin e û ji bo hemû derdoran pêşeroja azad avakirin e. Divê mîtînga me ya Amedê bi vî awayî bê destgirtin û li bo gelê me yê ku xwedî derketiye bibe moralekî mezin.”