Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir 2022-08-02 14:53:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana beşa kurdî jî kir û dê ji niha şûn ve xebatên xwe yê lêkolînê bi zimanê kurdî û erebî bi rê ve bibe.    Malpera Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) ku li rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) xebatên xwe yên akademîk û zanistî bi rê ve dibe, dest bi weşana beşa kurdî jî kir. Beriya niha tenê beşa bi erebî ya malpera Lêkolînê hebû. Niha malper derbasî weşana du zimanî bûye.    Rêveberiya NKL’ê derbarê damezrandin, armanc û xebatên xwe de wiha dibêje:    “Wek pênasîn, em dikarin bibêjin ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) di sala 2014'an de hatiye damezirandin. Ew mîna saziyek serbixwe ya ji bo lêkolînkirina rewşên/aliyên siyasî, aborî, civakî û stratîjî li Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, ava bûye.   NLK heta niha bi zimanê erebî berhemên xwe belav dikir. Wê bi sedan Lêkolîn, nêrîn, werger û gotarên di hemû beşên zanistê de pêşkêşî xwendevanan kiriye. Wek nasname, NLK xwe bi saziyek kurdî  dizane, lê ew zanistek bêalî û şîroveyek rasteqîn ya rewşê, analîzkirina reyalîta civakê wek ku ew heye, armanc digire. Ew aliyên neronîkirî û sansorkirî yên mijarên girêdayî Kurdan, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Rojhilata Navîn dide pêş. Her wiha, li ser astek global jî lêkloînan dike. Ew mijarên mîna globalîzim, şerên herêmî, hilbirîn û pêşbaziya pêşxistina çekan û islama siyasî jî dişopîne.   NLK hewl dide diyalogekê di navbera Kurd û Ereban de durust bike û vê diyalogê dewrî hevdûnaskirinekê ku li ser bingehek zanistî ava dibe, bike. Di vî karê zanistî de cihê rexneyê û nêrîna din jî heye. Armanc ew e, ku bi riya kar û barê NLK civak bi awayekî zanistî ya profesyonel were agahdarkirin û ew karibe zemîna xwenûkirin û xweguhertinê deyne. Ev civak rastiya rewşê û guhertinên herêmî û cihanî nas bike. Ew nêzîkî hev bibe û li ser bingeha jiyanek hevbeş, cihêreng û demokrat, xwe bi hev bide qebûlkirin.   NLK dixwaze taybetmendiyên dîrokî, civakî, çandî û siyasî yên her pêkhatiyekê derxe holê û derfetê bide wê yekê, ku ev pêkhatî were naskirin û mîna dewlmendiyekê bête diyarkirin. Her wiha NLK dixwaze cih û rola jinê jî analîze bike. Ew deriyê xwe ji bo hemû lêkolîn û şîroveyên derbarê jinê de vedike.   Ji sala 2014`an de û vir ve, NLK bi sedan lêkolîn û şîroveyên dirêj belav kiriye. Ew Lêkolîn ji aliyê gelek zanîngeh, dezgeh û navendên lêkolînan mîna jêder hatine bikaranîn. Her wiha bi dehan ji têzeyên doktora û masterê li gelek zanîngehên welatên ereb, Ewropa û DYA yê, lêkolîn û madeyên zanistî yên ku NLK belav kirine, wek jêder bikar anîne.   NLK cihekî xwe yê taybet di nava dezgeh û navendên lêkolînan girtî ye. Ew niha bûye jêderekî sereke ya wergirtina agahdarî û şîroveyên zanistî yên derbarê herêma Rojavayê Kurdistanê û tevahiya heremê de. Lêkolîner, xwendevanên beşên bilind ên siyaset û civakê, êdî NLK dişopînin û analîz û lêkolînên wê ji bo xwe dikin çavkanî û jêdera pêbawer.   Ev wek pênasînek kurt ya karê NLK ji sala 2014'an ve (beşê erebî), lê em ê niha dest bi weşana beşê kurdî bikin. Êdî NLK dê bi zimanê kurdî lêkolîn, şîrove, nirxandin û nêrînên di hemû beşên zanyariyê de belav bike. NLK ya kurdî dê xwedî armancek sereke be, ew jî ji bo xwendevanên kurd, ragihandina wêneyekî geştî û rasteqîne ji rewşa herêma Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn re.   NLK a kurdî dê ne agahî û nûçeyên lezok û kurt bide, lê wê lêkolînên bi dehên rûpel, şîroveyên dirêj yên taybet, werger û nêrînên ku xebatkar û nivîskarên wê amede dikin, ji bo Kurdan û hemû xwendevanên bi zimanê kurdî, belav bike.   Ev demeke ku em li ser amedekirina beşê kurdî yê NLKê radwestin. Me xwest ku em li gorî navê xwe bin û bi hijmarek mezin û dewlemend ya lêkolîn û şîroveyan werin qada belavkirina kurdî. Em dixwazin rewşa li welatê xwe bi zimanê kurdî, bi formek akadîmî ya bilind, vebêjin û bi xwendevanên kurd re parve bikin.   Li gel lêkolînên taybet bi beşê kurdî, dê liva wergerê ji beşên erebî û ingelîzî aktîv be. Ew lêkolîn û şîroveyên ku bi taybet ji bo NLK bi zimanên erebî ingelîzî tên amedekirin, dê bo beşê kurdî werin wergerandin. Ev kedek mezin û karekî hayedar û profesyonel dixwaze.   Em hêvî dikin û wek armanc li pêşiya xwe dibînin, ku NLK di cîhana peyva kurdî de deriyekî zanistê veke û ji bo hemû akadîmîkar, rojnamevan û xwendevanên peyva kurdî bibe alava pêbawer ya şopandin û zanistwergirtinê.”   Lînka malpera NKL’ê wiha ye: https://nlka.net/ku/