Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e? 2022-08-02 15:37:49 ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di civîna çapemeniyê de bal kişand ser berdana Çevîk Bîr a bi sedema nexweşiya demansê û wiha got: “Baş e çima Aysel Tugluk nayê berdan? Demans ji bo tirkan demans e lê ma ji bo kurdan demans nîne?”  Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç têkildarî rojeva heyî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.    Oluç di serî de êrişa li dijî cemxaneyên Enqereyê şermezar kir. Piştre jî bal kişand ser banga civîna awarte ya CHP’ê ku bo Meclisê kiribû û wiha got: “Di serî de em bang li xebatkar û bijîşkan dikin; mafên reha û tundiya li wan tê kirin yek ji pirsgirêkên herî girîng ên HDP’ê ne. Ji bo vê jî me gelek pêşniyar qanûn û pêşnûmepirs dan Meclisê. Heta me ji bo qanûneke hevpar jî hewldanên me çêbûn û me îmze avêt. Bêguman ev bi têrî nakin. Divê qanûnên pêvek bên derxistin. Divê ev mijar nebe parçeyeke rageşiyên siyasî û lihevkirinek ser çêbibe. CHP’ê bêyî ku nêrîna partiyên din ên muxalîf bigire, bi tena serê xwe biryar da. Banga me ya ji bo partiyan gelek zelal e. Werin em li hev bikin û derheqê tundiya di qada tenduristiyê de teklîfekî amade bikin. Em naxwazin hêza xwe ji bo rageşiyên siyasî xerc bikin. Me ev helwesta xwe duh jî domand. Gelo dê CHP bi zîhniyeta desthilatdariya niha pêşerojê ava bike? Anku hûn dê bêyî axaftin, hevdîtin û guftûgoyê bimeşin? Kevirên pêşerojê îro tên danîn. Hûn îro çawa tevbigerin dê siberojê jî wisa tevbigerin.”    KRÎZA ABORΠ   Bi domdarî Oluç bal kişand ser krîza aborî û da zanîn ku li gorî daneyên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) ji meha îlona 2021’an heta niha 3 qat zêdetir bûye û sedema vê karesasetê jî desthilatdariya AKP’ê ye. Bi domdarî Oluç anî ziman ku AKP’ê qeyûm tayînî Banqeya Navendî kiriye û got; “Banqeya Navendî pêşeroja xwe nabîne. Mîna qeyûm dixebite. Serokê Banqeya Navendî dibêje ‘di destê min de lîste hene’ û gefê li pîşesazan dixwe. Gelo ma tu Serokê Banqeya Navendiyî yan serokê îstîxbaratê? Gelo ma serokeke wiha dibe?”   Di berdewamê de Oluç got ku gel êdî ji polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê bawer nake û ev hejmar derketiye ji sedî 86’an. Olûç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “We li dijî gel şer da destpêkirin. Ji ber ku gel ji polîtîkayên we nebawer e, berê xwe dide dowîz. Gelo hûn çima nikarin derkevin kolanan, çima hûn nikarin li sûk û bazaran bigerin? Ji ber ku gel dê bersiva herî pêwîst bide we.”    MA DEMANSA KURDAN NE DEMANS E?   Têkildarî rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk jî Oluç ev tişt anî ziman: “Nexweşiya demansê bi Aysel Tugluk re heye. Duh di Doza Kobanê de şandeya dadgehê da zorê ku parastina xwe bike. Bi awayekî dermirovî hewl da îşkenceya psîkolojîk lê bike. Naaxive û tiştek nayê bîra wê. Duh çi bû, ji fermandarên serdema berê Çevîk Bîr bi hinceta ku nexweşiya demansê pê re heye hate berdan. Xuyaye ku heke tirkek demans be tê berdan lê heke ya bi demansê ketî siyasetmedereke jin a kurd be nayê berdan. Erê baş e wezîrê edaletê, ma demansa kurdan demans nîne? Helwestekî dermirovî heye. Mînak Mehmet Emîn Ozkan bi awayekî dermirovî di girtîgehê de tê ragirtin. Çevîk Bîr dikare were berdan lê Aysel Tugluk nayê berdan.”    DI MIJARA KOMPASÊ DE HÛN KETINE PÊŞBIRKÊ   Sarûhan Oluç axaftina xwe wiha xelas kir: “Di pêşbirka kompasê de hûn ji bo hemû cîhanê mînak in. Herî dawî 5 hevalên me yên endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê hatin binçavkirin. Çima hatin binçavkirin? Şaredariyê rayeya firotina neguhêzbaran, wergirtina krediyan û deyndarkirina şaredariyê dixwest. Hevalên me jî qebûl nedikirin. Hevalên me li pêşiya vê asteng dîtin. Kompaseke mezin hate çêkirin ku emniyet, dozgerî, walîtî û serokê şaredariyê jî di nav de ye. Hevalên me hatin binçavkirin û bêyî wan civîn hat lidarxistin. Serokê Şaredariyê jî li meclisa ku 38 endamên wê hene û ji wan tenê 17 deng ên AKP’ê ne, biryara ku dixwest derxist. Piştre jî hevalên me hatin berdan. Gelo ma qompaseke wiha dibe? Heke gotin di cih de be ji bo sûc tifaqek ava kirine. Dê dîrok vê binivîse.”