Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan 2022-08-02 15:55:10   ÎZMÎR - Malbatên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku Nobeda Edaletê li Îzmîrê didomînin, bal kişandin ser rewşa Aysel Tûglûk û nerazîbûn nîşanî sepanên li ser Tûglûk dan.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Îzmîrê di roja 94’emîn de berdewam dike. Malbatan îro li ber Baroya Îzmîrê nobed girtin. Rêveberên HDP’ê piştgirî dan malbatan.    Dayika girtiyê nexweş Hanim Sever di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tûglûk û wiha got: “Demans ji bo Çevîk Bîr tenê demans e. Lê Aysel Tûglûk tevî ku demek dirêje nexweş e jî nayê berdan. Ew nikarebi tena serê xwe bijî. Ez gazî Wezareta Dadê û Serokkomar dikim, destê xwe deynin ser wîjdana xwe û bila girtiyên nexweş berdin. Heke ku Aysel Tûglûk xizma wan bûya wê wisa bifikiriyan? Em dayikên aştiyê ne û edaletê dixwazin. Em ji bo aştî û edaletê li vir in. Bila êdî tu dayik negirîn. Bila dawî li girtin û binçavkirinan bînin. Bila girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”    LI ŞÛNA BERDANÊ DARIZANDIN    Hevseroka HDP’a Navçeya Foça Mukaddes Işik jî destnîşan kir ku girtiyên siyasî dîl hatine girtin û xwestin di serî de girtiyên nexweş û tevahiya girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Işik anî ziman ku li şûna Aysel Tûglûk berdin bi darê zorê îfadeya wê digirin û wê didarizînin û ev tişta li dijî Ayselê dikin nayê qebûlkirin, îşkence li ser îşkenceyê tê kirin û girtîgeh veguherîne malên mirinê.