Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê 2022-08-02 19:00:06   WAN - Makbûle Ozer a 80 salî ku rakiribûn nexweşxaneyê, piştî tedawiyê dîsa birin girtîgehê. Li dayika Makbule Ozer a 80 salî ku ji sedî 53 astengdar e, li Artemêtan a Wanê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn û di 9’ê gulanê de hate girtin. Ozer, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin û piştî ku rewşa wê giran bûbû, rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. Dayika Makbûle ku rakiribûn nexweşxaneyê piştî tedawiyê dîsa birin girtîgehê.  Ji bo ku Ozer cezayê xwe li malê derbas bike serlêdan hatibûn kirin lê belê Dadgeriya Înfazê ya Wanê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ev daxwaz red kiribû. Li ser vê yekê parêzer Dîlan Kunt Ayan bi daxwaza “tevdîrê” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû.