Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin 2022-08-02 19:39:18   STENBOL - Li gorî rapora meha tîrmehê ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, 24 jin hatin qetilkirin, 20 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora ku têkildarî jinên di meha tîrmehê de hatine qetilkirin amade kiriye, aşkere kir. Li gorî raporê di meha tîrmehê de 24 jin hatin qetilkirin, 20 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Di meha tîrmehê de jin herî zêde li Stenbolê hatin qetilkirin. Li gorî hejmarê li StenboLê 4, li Denîzliyê 3 li Îzmîrê 2, li Konyayê 2 li Mûglayê 2, li Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Amed, Eskîşehîr, Isparta, Kirşehîr, Kocaelî, Mêrsîn, Mûş û Yozgatê jinek hate qetilkirin. WÊ TUNDÎ BI ASTÊN CUDA BERDEWAM BIKE Di raporê de ji 24 jinan 10 jin nehate tespîtkirin ku bi kîjan hincetê hatine kuştin, 13 jî bi hincetên ji ber xwestine hev berdin, nexwestine pêk bên û bizewicin, têkilî red kirine hwd. hatine kuştin. Hate diyarkirin ku jinek jî ji ber hincetên aboriyê hatiye qetilkirin. Di raporê de têkildarî tespîtnekirina jin bi kîjan hincetê hatine kuştin wiha hate gotin: “Heta ku neyê tespîtkirin jin ji aliyê kê ve û çima hatine kuştin; heta darizandineke adilane neyê kirin û kesên biguman, bersûc û kujer cezayên pêximker negirin, bergiriyên pêşî lê girtinê negirin wê tundî bi astên cuda berdewam bike.”