Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê 2022-08-02 20:40:17   STENBOL - Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, li qadan bênavber didomin. Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, li qadan didomin. Rêxistinên bajêr û navçeyan ku parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê jî di nav de di çarçoveya bangawaziya mîtîngê de belavok belavkirin û gel vexwend Mîtînga Kartalê. Bangawaziyên mîtîngê li navçeyên weke Sûltanbeylî, Bahçelîevler, Maltepe, Kartal, Çekmekoy, Beyoglû, Beylîkduzu, Avcilar û Pendîkê li gelek navçeyan hate kirin. Rêveberên bajêr û navçeyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Aştî dide jiyîn” , “Bi hev re” , “Em HDP’î ne li her derê ne” dinivîsî li xwe kirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Li dijî talanê, neheqiyê û her cure mêtîngeriyê li qadan e” û “Li dijî şer û mêtîngeriyê çareserî em in” li ser cadeyan gel vexwendin mîtîngê. Eleqeyeke zêde nîşanî girseya ku banga mîtîngê kir, dan.