Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin 2022-08-02 20:53:27 AMED - Xebatên Rêxistina HDP’a Amedê yên tekildarî mîtînga ku dê di 6’ê tebaxê de li qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixe, didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdûllah Ocalan, krîza aborî û şer bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na!” di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenişehîr a Amedê mîtînge li dar bixe. Rêxistinên navçe û bajar ên HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê didomînin. Di çarçoveya xebatan de Rêxistina HDP’a Yenîşehîr a Amedê li navçeyê belavok belavkirin û gel vexwendin mitîngê. Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozgunes û Nusretîn Maçîn jî tev li xebatan bûn. Rêxistina navçeyê û parlamenteran li Taxa Îplikê ya Yenîşehîrê jî welatî û esnaf vexwendin mitîngê û pişt re jî derbasî bazarê bûn, di bazarê de dimênên rêngîn derketin holê, parlamenterê HDP’ê Hasan Ozgunes bi dengekî bilind gel vexwend mitîngê. Bazarvan û welatiyan jî çepikan dan û lîlandin.  ÇINAR Û BISMIL Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û kesên pê re li navçeyên Çinar û Bismilê serdana gel kirin. Eleqeyeke mezin nîşanî HDP’iyên ku serdana gund û esnafan kirin, dan. Ûca ku di serdana esnafan de axivî, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Herêma Kurdistana Federe û got: “Werin em bi hev re li mîtîngê dengê xwe derxînin û li dijî şer bêjin êdî bes e.” SÛR Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û endamên partiyê yên pê re li navenda Sûrê û gundê wê bi gel re hatin gelhev. HDP’iyan bal kişandin ser girîngiya mîtîngê û her kes vexwendin mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê pêk were. PEYAS Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Huseyîn Kaçmaz jî li navçeya Peyasê bi tev li bûneke zêde belavok belav kirin. Girseya ku li cadeyê bi tilîliyan û dirûşmeyan dest bi meşê kir, serdana esnaf û welatiyên li ser Cadeya Mûsa Anter kirin. Welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî HDP’iyan da. HDP’iyên ku bal kişandin ser şer, mêtîngerî, qirkirina jinê û gelek qeyranên din, welatî vexwendin mîtîngê. HDP’iyan pişt re welatiyên li Park 75’ê jî vexwendin mîtîngê. REZAN Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî û Dersîm Dag ên li Goletlî Parka girêdayî navçeya Rezana Amedê bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazî kirin jî gel vexwendin mîtîngê. Dû re girseyê bi awayekî qelebalix serdana esnafê li ser Cadeya Çewlikê kir û vexwendin mîtîngê. HDP’iyan herî dawî serdana welatiyên li Parka Newrozê kirin. Sezaî Temellî yê di serdanê de axivî û bi van gotinan gel vexwend mîtîngê: “Li vî welatî zilm, şer û birçîtî heye. Ev welat di nava derdan de ye. Yekane hêzên ku van biqedîne em in, em HDP ne, gelê kurd in. Lê em mecbûr in ku hêza xwe nîşan bibin û bên gelhev. Werin em hêza xwe di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê nîşan bidin.”