YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin 2022-08-02 22:36:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaz kir ku Êzidî ji jiyana di nava wargehan û koçberiyê û bikaranîna weke kartek siyasî yên cur bi cur werin rizgarkirin. Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi boneya 8’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê daxuyanî da û rêzdariya xwe ya ji bo qurbaniyên komkujiyê dubare kir. Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand ku hewlanên wan ji bo vê yekêye ku hewldana hemû aliyên, hikûmeta navendî, hikûmeta Herêma Kurdistanê, hizb û aliyên Kurdistanî û Iraqî ji bo dîtina aqûbeta kesên heta niha winda ne zêdetir bikine. Herwiha daxwaz dike ku karê ji bo avakirina gund, navçe û cihên nîştecihbûnê yên êzidiyan were kirin û ji jiyana di nava wargehan de, koçberiyê û bikaranîna weke kartekî siyasî ya cur bi cur were rizgarkirin. Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) di dawiya daxuyaniya xwe ragihand ku erkekî din li ser milê hemûnaye ku hewldana parastina êzidiyan û herêmên wan zêdetir bikin, heta ku ji her êriştir ku bibe metirsî jiyana wan parastî bin.