Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin 2022-08-03 08:30:24     ENQERE - Serokê OSYM’ê Prof. Dr. Halîs Aygun ji peywirê hate girtin.    Di Rojnameya Fermî de îro bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan biryareke nû hate weşandin û hat diyarkirin ku Serokê Navenda Bijartin û Bicihkirina Xwendekaran (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun ji peywirê hatiye girtin.    ÇI BÛBÛ?   Derketibû holê ku pirsên di Ezmûna Bijartina Personelên Cemaweriyê de hatine kirin û pirsên ji hêla Weşanxaneya Yedîîklîmê de dişibin hev û ev yek li ser medyaya civakî bûbû rojev. Gelek bikarhinêrên medyaya civakî ev rewş weke “bûyera nû ya Feto’yê” parve kiribû. OSYM’ê jî bi daxuyaniyekê ev agahî weke “îdiayên bêbingeh” nirxandibû. Serokomar Tayyîp Erdogan jî têkildarî mijarê daxuyanî dabû û gotibû ku “lêpirsîn hatiye destpêkirin.”