ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-03 09:00:00     * Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku di qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan pêk anî de hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe bêdeng man û wiha got: “Em Tirkiyeyê li derveyî vê dihêlin ji ber ku Hikumeta Tirkiyeyê ya  piştevaniya DAIŞ’ê kirî ji vê komkujiyê berpirsyar e.”   * Serokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku her çiqas yekûnên polên dibistanan 4 qatên dibistanên îmam xetîbê bin jî dibistanên nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîban.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 513'emîn de berdewam bike.    * Bi wesîleya salvegera Qetlîama Şengalê di serî de li Amedê dê li gelek bajaran bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bikin. (11.00)    * Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê rapora têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê ku amade kiriye dê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (13.00)