Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê 2022-08-03 09:00:57 WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku her çiqas yekûnên polên dibistanan 4 qatên dibistanên îmam xetîbê bin jî dibistanên nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîban.    Li Wanê bertekên li dijî veguhertina dibistanên nû tên çêkirin a îmam xatîban berdewam dikin. Serokê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) ya Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku li Tirkiyeyê desthilat dixwaze bi îmam xetîban, pergaleke perwerdehiyê ya ji zanîstê dûr pêş ve bibe û bi lêv kir ku tevî ku yekûnên polên dibistanên ji bilî îmam xatîban nêzî 60 kesan bûne jî desthilat dixwaze dibistanên nû hatine çêkirin veguherîne îmam xetîban.    Atabay, da zanîn ku desthilat bi dibistanên îmam xetîbê dixwaze nifşekî “oldar û rikdar” ava bike û got: “Vê yekê bi valakirina naveroka akademiyên ku perwerdehiya zanîstî didin, dike.”   ‘LI ZAROKAN FERZ DIKIN KU BIÇIN ÎMAM XETÎBÊ’   Atabay, da zanîn ku desthilat xwendekarên ku nikarin biçin dibistanên dûr mehkûmî îmam xetîban kirine û wiha berdewam kir: “Em li dijî wan disekinin ku îmam xatîban di çarçoveya bîrdoziya xwe de bikarbînin. Heke hin kesên ku dixwazin perwerdehiya olî bigirin dibin ku hebin û ji bo vê xebat dikarin bên meşandin. Lê heke hûn rabin li her taxê li rex dibistaneke ku perwerdehiya akademîk dide, dibistaneke îmam xatîbê vekin, hûn dibêjin ‘ji bo ku hûn bikarin di perwerdehiyê de werin cihekî divê hûn li dibistanên îmam xatîbê de bixwînin’. Dema mirov li tayînkirina mamosteyan jî dinêre branşa herî zêde ku mamoste lê tên tayînkirin divê mamosteyên polê bin lê mamosteyên çanda olî hema bêja ji wan derbas bûn. Bi vî awayî jî gelek pirsgirêkên cidî tên jiyîn.”   ‘DIBISTANAN VEDIGUHERÎNIN ÎMAM XETÎBAN’   Atabay, destnîşan kir ku desthilat hewl dide nifşekî ji zanîst, fikirîn û lêkolînkirinê dûr hilberîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li îmam xetîban zêdebûnek heye. Li rex dibistanên me yên herî navendî jî îmam xetîb tên vekirin. Dema em li yekûnên polên îmam xetîban dinêrin 10-15 ne lê li dibistanên din ev dibe 50-60. Yekûnên polan ên dibistanên din hema bêja 4 qatê îmam xetîbê ne. Li navçeya Rêya Armûşê Dibistana Seretayî ya Wanê nû hate çêkirin. Dema dibistan dihate çêkirin weke dibistana seretayî û navîn dihate plankirin lê di rojên dawî de li gorî agahiyên tên ber destê me, zextekî zêde heye ku qismekî dibistana nû veguherînin îmam xetîbê. Ji ber vê yekê em bifikarin. Wekî din ji xwe li cem dibistana nû dibistaneke îmam xetîbê heye. Bi vekirina îmam xetîban a li her derê malbatan mehkûmî wan dikin û ji bê alternatîf bûyînê vê yekê li malbatan ferz dikin.”   SERKEFTINA AKADEMÎK KÊM E   Atabay, bi lêv kir ku serkeftina akademik ya dibistanên îmam xetîbê ji dibistanên din kêmtir e û wiha pê de çû: “Dema mirov li serkeftinên akademîk dinêre, li îmam xetîban nikarin serkeftinê bi dest bixin. Dibe ku êşa vê dikişînin. Em dibînin ku dibistanênn perwerdehiya zanîstî didin gelek serkeftîtir in.”   MODELEKE PERWERDEHIYÊ YA NÛ   Atabay, destnîşan kir ku divê hikumet şûna dibistanên îmam xetîb modeleke zanîst, demokratîk, cemawerî, laîk, bêpere, bi taybetî li herêmê li ser zimanê dayikê ava bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê wezareta ku herî zêde tê guhertin Wezareta Perwerdehiyê ye. Her kesên tên sê sala carekê pergala perwerdehiyê diguherînin. Li Tirkiyeyê wezareta herî zêde tê guhertin Wezareta Perwerdehiyê ye. Di vê wateyê de divê li Tirkiyeyê ne tenê mufredata di serê wezaret û hikumetê de divê modeleke perwerdehiyê ya nû ku hemû pêkhateyên perwerdehiyê di nav de bê rûniştandin.”