Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man 2022-08-03 09:01:11 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku di qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan pêk anî de hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe bêdeng man û got: “Em Tirkiyeyê li derveyî vê dihêlin ji ber ku îktidara Tirkiyeyê ya piştevaniya DAIŞ’ê kir, ji vê komkujiyê berpirsyar e.”   Bi ser komkujiya herî mezin ku DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn pêk anî û derbasî dîrokê bû re 8 sal derbas bûn. Di dema êrişên ji nişka ve dest pê kirin de li Şengala ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta Iraqê radestî DAIŞ’ê kiribûn, bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin, hatin tecawizkirin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Hin kesên hatin revandin hatin rizgarkirin, hin jî bi pereyên ku malbatên wan komkirin bi fîdyeyê hatin berdan. Lê hê jî tê texmînkirin ku di destê DAIŞ’ê de nêzî 3 hezaran jin û zarokên êzidî hene.    Ji 400 hezar êzidiyên ketin rêya koçberiyê jê 280 dema ji komkujiyê reviyan jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujiya ku civaka êzidî ya di dîrokê de bi dehan caran bi komkujiyan re rûbirû man û xwestin bên tune kirin, weke Fermana 74’an derbasî dîrokê bû. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, 8 salên bi ser komkujiyê re derbas bûn û helwesta dewletan nirxand.      CÎHAN BÊDENG MA   Demîr, diyar kir ku li dijî komkujiya ku êzidî pê re rûbirû man cîhan hestiyariya pêwîst nîşan neda û wiha got: “Em Tirkiyeyê derveyî vê dihêlin ji ber ku Hikumeta Tirkiyeyê ya piştevaniya DAIŞ’ê kirî ji vê komkujiyê berpirsyar e.” Demîr, bi lêv kir ku tiştên di dema komkujiyê de hatin jiyîn di encama hewldanên zêde kete rojeva cîhanê lê dîsa jî refleksa civakî ya pêwîst nehate nîşandan û wiha axivî: “Hin welat ev komkujî weke ‘qirkirinê’ nas kirin. Lê ji xeynî wê, di warê qebûlkirina giştî ya ‘qirkirina’ di raya giştî ya navneteweyî de û sepandina cezayan a li dijî kesên ku ev sûc kirine, tu pêvajoyeke encamgir derneket.  Demîr, da zanîn ku Fermana 74’emîn li ber çavên cîhanê pêk hat û wiha berdewam kir: “Ji bilî jinên hatin revandin ji 10 hezaran zêdetir zilamên êzidî hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin. Em van dizanin. Ji bo ku îro ew gorên komî dernekevin holê hêj hewldaneke taybet heye. Li ser vê erdnîgariyê sûcên ku beriya niha li dijî ermen, rûm, sûryan û gelên din hatine kirine hene. Em baş dizanin ku cîhan li dijî van sûcan bêdeng û bêhestiyar maye. Sedemê vê yekê yê bingehîn jî fikirîna hêzên navnetewî ya berjewendiyên xwe ye. Ji qirkirina gelan zêdetir, berjewendî tên fikirîn.”   ‘HEKE KORÎDORA YPG’Ê NEBÛYA’   Demîr, bi lêv kir ku gelê êzidî gelekî aştîxwaze û xwedî baweriyeke cuda ye û anî ziman ku DAIŞ’ê ji ber vê weke îdeolojîk û polîtîk êriş kir û dema êrişên DAIŞ’ê de hêzên girêdayî PDK’ê ji herêmê reviyan û êzidî bi komkujiyê re rûbirû hiştin. Demîr, bi bîr xist ku wê demê Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çûbûn hawara civaka êzidî û wiha got: “Heke korîdora ewle ku YPG’ê vekirî nebûya îro wê bi encamên girantir re rûbirû mabûna. Bi rêya korîdora ku YPG’ê vekirî êzidî ji wir derbasî Rojava bûn. Bi rêya wê korîdorê hin kes derbasî Tirkiyeyê bûn. Bi vî awayî pêşiya komkujiyeke mezin hate birîn. Me dikarî bi komkujiyeke ku em bûn şahidê wê 2-3 qat zêdetir hovtir rûbirû mabûna.”   TIŞTÊN KU HATIN SERÊ JINÊN ÊZIDΠ   Demîr, diyar kir ku di her komkujiya pêk tê de laşê jinê weke amûrekê tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAIŞ’ê bi taybetî li dijî jinên ne misilman li her derê polîtîkayên êrişê meşandine. Jinên êzidî bi taybetî hatin hilbijartin. DAIŞ’ê ji ber dijberiya baweriya êzdiyan, jinên êzidî weke kole di bazaran de firotin û li dijî van jinan sûcên zayendî yên giran kirin. Em dizanin ku jinên êzidî  ji bo ku xwe biparêzin nasnameyên xwe yên zayendî veşartine, xwe weke zilaman lê kirine û rûyê xwe boyaxkirine. Lê mixabin van rêbazan bandora êrişa li wan hatiye kirin gelek kêm nekirine. Ji bilî van jî jinên êzidî li cihê ku lê dîl dihatin girtin, dema firsend didîtin hewl dan birevin. Ew bi xwe nikaribin birevin jî ji bo jinên din birevin hewl dane alîkariyê bikin. Li hin cihan jî hewl dane bi kuştinê xwe xelas bikin. Em ji şahidiniya wan dizanin ku ji bo teslîm nebin hemû rêbaz ceribandine û hewl dane ji bandore şer xwe xelas bikin. Mixabin hovitiyên gelek zêde û giran hatin jiyîn.”   ‘ÊRIŞEKE KU BÊ KIRIN WÊ DAIŞ’Ê BIXE NAVA LIV Û TEVGERÊ’    Demîr, diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê ya îro li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wê li herêmê DAIŞ’ê bêxe nava liv û tevgerê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Plana êrişê ya Tirkiyeyê ya di pêvajoyeke wisa de wê gelan têxe rewşeke gelek zor. Di vê pêvajoyê de ne tenê ji bo civaka êzidî, gelemperî ji bo gelên Rojhilata Navîn, divê li dijî siyaseta şer bê sekinîn û parastina aştiyê bê kirin. Ji bilî vê tu rêyên din tune ne.”