KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da 2022-08-03 11:11:38   ÎZMÎR - KAFFED’ê da zanîn ku li Tirkiyeyê ji ber nîjadperestî û cihêkariyê roj bi roj tundî zêdetir dibe û da zanîn ku dê li dijî yektîpkirinê, jiyaneke aştiyane û bi hev re biparêzin.    Federasyona Komeleyên Kafkasan (KAFFED) û Çerkesên Şoreşger ên Welatparêz têkildarî êrişên nîjadperest ên di demên dawî de li Tirkiyeyê diqewimin, daxuyaniyeke hevpar dan.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê ji ber nîjadperestî û cihêkariyê roj bi roj tundî zêdetir dibe û ev tişt hatin gotin: “Li Kayseriyê ji ber ku ciwanekî çerkes li ser telefonê bi dayika xwe re bi çerkesî axivî, rastî berteka nîjadperest hat. Gorên welatiyên cihû hatin rûxandin. Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Operaya Kurdî asteng kir, konserên Apolos Lermî li seranserî Tirkiyeyê hatin qedexekirin û herî dawî jî li Enqereyê bi awayekî organîzeyî êriş ser hemwelatiyên me yên elewî çêbûn. Ev êriş ne êrişên şexsî ne. Em li dijî siyaseta ku li Tirkiyeyê cihêkariyê û bêtehemûliya li dijî beşên din ên civakê ne. Em nîjadperestiya ku li seranserî cîhanê her ku diçe zêde dibe şermezar dikin. Em bi hemû derdorên mexdûr re ne û li dijî polîtîkaya yektîpkirinê jî jiyaneke aştiyane ya bi hev re diparêzin.”