Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin 2022-08-03 12:50:53 AMED - Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku bi tehliyekirina Çevîk Bîr di darazê de cihekarî tê kirin û gotin: “Heke ku heq û hiqûq hebe divê wekhevî hebe. Bila girtiyên nexweş bên berdan.   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatine taloqkirin di roja 261’emîn de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya navçeya Peyasê ya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) Partiye Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Endam û Rêveberên Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Wenda Kirine (MEBYA-DER) jî piştgirî dan daxuyaniyê.    ‘BILA QANÛN WEKHEV BIN’   Încî Guler destnîşan kir ku muebeda giran li serokê 2’yemîn ê Serfermandariya Giştî Çevîk Bîr hatibû birîn û bi tehliyekirina wî re di darazê de cihekarî hatiye kirin û wiha got: “Divê qanûn li ser her kesê bi awayekî wekhev bên sepandin. Bila li hemberî girtiyan adilane tevbigerin. Heke ku heq û hiqûq hebe, divê wekhev be. Bila girtiyên nexweş bên berdan û tedawîkirin. Bila dewlet dawî li vê zilmê bîne. Em vê pergala edaletê qebûl nakin."   Malbatan çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî kirin.