Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê 2022-08-03 12:54:58 RIHA - Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê didomîne got: “Her ku ev zilm berdewam bike dê AKP nikaribe were Rihayê û wê Serokkomar û mebûsên AKP’ê nikaribin bên Rihayê nava xelkê.”  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Dadgeha Rihayê di roja 513’emîn de berdewam dike. Ji ber ku Emîne Şenyaşar û lawê xwe bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye hevdîtina bi telefonê kirin, hinek dereng hatin cihê nobedê. Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Serdar Tum piştgirî da malbatê.    ‘DÊ AKP NIKARIBE BÊ RIHAYÊ’    Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeda wan edaletê di bin “zilmê” de berdewam dike û wiha got: “Daxwaza dayika min ew e ku dewleta hiqûqê wezîfeya xwe bi cih bîne. Wek din tu daxwaziya wê nîne. Her kes vê bêedaletiyê dizane. Dadgeh û Meclis di betlaneyê de ne. Serokkomar beriya betlaneyê ji mebûsên xwe re got, ‘li daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar bikin’. Nikarin nobeda me ji nedîtî ve bên. Yên ku vê têkoşîna dayhika min nebîne, nikare bê Rihayê. Yên ku me nabîne bila ji xelkê Rihayê tu bendewariya wan nebe. Yên ji Rihayê hatine bijartin, xelkê Rihayê ji wan dipirse, ‘çima ev dayik li ber dadgehê disekin’. Her ku ev zilm berdewam bike dê AKP nikaribe were Rihayê û wê Serokkomar û mebûsên AKP’ê nikaribin bên Rihayê nava xelkê. Yên ku qetlîamê kirin mebûsê îktidarê û malbata xwe ne. Heke qanûnek li holê hebe bila ji bo her kesî wekhev bisepînin. Gotinek, ‘cenet di bin lingê dayikan de ye’ heye. Dayikek 4 sal in edaletê dixwaze.”    ‘BILA FADIL BÊ BERDAN’    Parêzer Serdar Tum jî bal kişand ser bêhiqûqa li ser dosyeya dozê tê kirin û ew daxwazên dayika Emîne dubare dikin, bila biryara veşarî ji ser dosyeya nexweşxaneyê bê rakirin û Fadil Şenyaşar bê berdan.