Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin 2022-08-03 13:09:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Şengalê bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê merasîma bîranînê li dar xistin û bang li hemû welatan kirin ku Fermana 74’an weke qirkirin qebûl bikin.  Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê komkujiyeke mezin kirin û bi ser Komkujiya Êzidiyan re 8 sal derbas bûn. Rêxistinên civaka sivîl ên Şengalê bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê li bajêr merasîma bîranînê li dar xist. Endam û nûnerên 21 rêxistinên civaka sivîl li navçeya Sinûnê hatin ba hev. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî ji bo bîranîna qurbaniyan find hatin vêxistin.    Têkildarî komkujiyê ku civaka êzidî weke Fermana 73’yan pênase dike, sînevîzyonek hat pêşandan û Nadîa Mûrad bi weşana zindî beşdarî merasîmê bû ku ji hêla şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû rizgarkirin û di sala 2018’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû.    Di merasîma bîranînê de li ser navê rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn lê belê bandora wê hêj jî didome û ev tişt hatin gotin: “Hêjta 2 hezar û 882 êzidî winda ne û ji 82 gorên komî tenê 31 jê hatine vekirin. DAIŞ’ê qubbeya dîrokî rûxand û heta niha tenê du caran hatiye darizandin. Ji bo avakirina Şengalê heta niha jî dewletan tu gav neavêtine.    DIVÊ DAIŞ’Î BÊN DARIZANDIN   Ji bo jinûveavakirina Şengalê tiştek nayê kirin û heta niha tenê 11 dewletan ev komkujî weke qirkirin nas kirin. Banga me li hemû dewletan ew e ku vê komkujiyê weke qirkirinê nas bikin. Divê hemû dewlet çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne. Hewceya Iraq jî li gorî qanûna xwe ya ji bo jinên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin derxistibû tevbigere. Êşa gelê me hêj jî didome û ji bo sivikkirina vê êşê tu gav nehatine avêtin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî û Iraq, hewceye hemû sazî û dezgehên êzidiyan ji bo bicihanîna daxwaz û mafên civaka êzidî dest bi xebatan bikin.    BILA AQÛBETA WINDAKIRIYAN BÊ PIRSÎN   Ji bo ku gelê me jiyana xwe jinûve ava bike, hewceye mafên wan ên bingehîn jê re werin dayîn. Banga me ji bo Iraq û Neteweyên Yekbûyî ew e ku ji bo aqûbeta êzidiyên niha jî winda dest bi xebatan bikin.   Em hemû şehîdên fermanê careke din bi bîr tînin û ji hêzên ku bo Şengalê canê xwe feda kirine minetdar in. Daxwaza me ew e ku êzidiyên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin. Berpirsyariya her kesî li dijî gelê me heye û divê van berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”