Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin 2022-08-03 13:25:25 AGIRÎ - Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bazîdê bi armanca balê bikişîne ser perwerdehiya zimanê zikmakî ya ji bo zarokan li avahiya xwe ji bo zarokan dest bi kursa zimanê kurdî kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bazîdê ji bo bale bikişîne ser perwerdehiay bi zimanê zikmakî ya zarokan û girîngiya perwerdehiya bi kurdî ya ji bo zarokan li avahiya xwe dest bi kursa perwerdehiya kurdî kir. Bi zaravayê kurmancî yê kurdî dê ders bê dayîn. Heta niha 10 zarokan qeydê kirine û dest bi perwerdehiyê kirine. Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan ji bo hin bêtir dersa wan a ziman xurt derbas bibe gazî malbatên li navçeyê kir û xwest ku malbat biçin kursa zarokên xwe bikin.