Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin 2022-08-03 13:42:46 STENBOL - Bi hinceta “qertên alîkariyê dane DÎAYDER’ê’ derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de lêpirsîn hate destpêkirin.  Bi hinceta ku xutbe û weazên xwe bi kurdî dane, derheqê Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) Ekrem Baran û 23 meleyan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê de şandeya dadgehê derheqê 2 kesên weke şahid dihatin guhdarkirin de gilî kir. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser vê yekê derheqê Serokê Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Yavuz Saltik û Koordînatora Maseya Baweriyan a di bin sîwana Serokatiya Daîreya Berhemên Çandî dixebite Nilûfer Taşkin de bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin.    ÎFADEYÊN DU KESAN GIRTIN   Bi destpêkirina lêpirsînê re Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bangî Taşkin û Saltik kir û ew jî çûn îfade dan.    HEMAN DOZGER LÊPIRSÎNÊ DIKE   Hat zanîn ku lêpirsînê dozgerê bi navê M.A.K. ku di lêpirsîna DÎAYDER’ê de cih digire dimeşîne. Li ser lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayîn û hat zanîn ku dozgeriyê gelek kesên di Maseya Baweriyan de dixebitin weke şahid guhdar kiriye.    DOZA DÎAYDER’Ê   Di çarçoveya lêpirsîna derheqê DÎAYDER’ê de serokê komeleyê Ekrem Baran jî di nav de 23 kes di 3’yê tîrmeha 2021’an de hatin binçavkirin û 6 meh piştre derheqê wan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. Ji ber ku endamên DÎAYDER’ê li ÎBB’ê weke mirîşo dixebitîn, di îdianemeyê de ÎBB weke hedef hat nîşandan. ÎBB ji bo alîkariya bi xizanan re bi hezaran qertên alîkariyê didan gelek komeleyan û ev qertên ji DÎAYDAR’ê re hatine şandin jî weke sûc hatin nîşandan.    Taşkin û Saltik jî di 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê de hatin guhdarîkirin. Dadgehê bi piraniya dengan, giliyê Taşkin û Saltik li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê kir.