Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir 2022-08-03 13:51:11 ŞIRNEX - Baroya Şirnexê piştî îdiayên ku pirs hatine parvekirin, bi daxwaza betalkirina ezmûna KPSS’ê ya îsal li Dadgeha Kargêrî ya Nobedar doz vekir.    Baroya Şirnexê bi daxwaza betalkirina Ezmûna Bijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS), li Dadgeha Kargêrî ya Nobedar a Enqereyê serlêdana sûc kir. Baroyê di daxwaznameya xwe de da zanîn ku hatiye tespîtkirin ku weşanxaneyekê heman pirs parve kirine. Baroyê destnîşan kir ku îxtîmala parvekirina pirsan hêviya gelek xwendekaran têk biriye.    Baroyê da zanîn ku dê ev yek rê li ber neheqiyeke mezin veke û xwest ku ev ezmûn were betalkirin.