Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin 2022-08-03 14:12:45   ENQERE - Komîsyona Parêzerên Doza Komkujiya Enqereyê bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan daxuyanî da û wiha got: “Dadgeh û otorîter çiqas hewl bidin bibin asteng jî dê hemû faîl û piştevanên wan rojekê hesabê bidin.”    Komîsyona Parêzerên Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan a DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk anî daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ’ê di qirkirinê de bi hezaran êzidî qetil kir û ev tişt hatin parvekirin: “Bi darê zorê koletiya zayendî li jin û keçên êzidî hate ferzkirin, bi dehhezaran êzidî hatin koçberkirin û bi hezaran jî bi komî înfaz kirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe de got ku bi awayekî plankirî sûcê qirkirinê hatiye kirin. Komîteya Edaletê ya Êzidiyan jî di rapora xwe ya 6’ê tîrmeha 2022’yan de aşkera kir ku Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê derfetên xwe bi kar ne anîne. Ev rewş heta roja me jî didome.”    ‘DÊ FAÎL Û ALÎKARÊN WAN HESABÊ BIDIN’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 3’yê tebaxa 2018’an di doza sereke ya Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de biryar hat dayîn ku bersûc ji sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin. Dadgeha Bilind jî ev biryar erê kir lê destwerdan heye ku bi vî sûcî neyên darizandin. Dadgeha Bilind herî dawî jî biryar da ku bersûc ne ji ber ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ lê ji ber ‘binpêkirina pergala makeqanûnî’ bên darizandin. Dadgeh û otorîte çiqas hewl bidin bibin asteng jî, dê hemû faîl û alîkarên wan hesabê bidin. Em hemû qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”