Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan 2022-08-03 14:32:07 ÊLIH - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku êzidî bi rêxistinbûna xwe bersiva Fermana74’an didin û got: “Êzidî li dijî kesên jinan li bazarên koletiyê firotin, jiyana azad ava dikin.”   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê têkildarî salvegera 8’emîn a Qetlîama Şengalê ku bi destê DAIŞ’ê pêk hat li ber avahiya xwe daxuyanî da. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya êzidî Feleknas Ûca, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    ‘JIYANA AZAD AVA DIKIN’   Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi bîranîna qurbaniyên qetlîamê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku êzidî bi rêxistinbûnê bersiva êrişên hovane didin. Başaran anî ziman ku hêzên ku li dijî qetlîamê bêdeng man niha jî bi AKP’ê re bi hevkarî êrişên xwe li ser Şengalê didomînin û wiha got: “Dixwazin îro jî li ser axa  civaka êzidî ji ser axa wan koçber bikin û ji baweriya wan dûr bikin. Yên ku îrade, helwest û baweriya wan qebûl nakin, êrişên xwe bi zêdeyî didomînin. Seranserî dîrokê êzidî bi fermanan re rûbirû man. Yên ku qetlîamê pêk anîn nehatin darizandin. Berteka li qada navnetewî hat nîşandan kêm ma. Êzidiyan li dijî van êrişên bênavber xweparastina xwe ava kirin. Kes nikare li pêşiya vê bibe asteng. Yên ku cilên reş li jinan kirin û li bazarên koletiyê dan firotin, îro jin li dijî wan jiyana azad ava dikin. Xwe bi rêxistin kirin û azad bûn. Wisa bersiva êrişan dan. Em bi hezaran silav ji civaka êzidî ku îradeya xwe teslîm nekir re dişînin.”