Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê 2022-08-03 14:57:31   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû dê tevî hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglû biçe Roboskê ku di sala 2011’an de di encama bombebarana artêşa tirk de 34 kes hatibûn qetilkirin.    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû di çarçoveya “Hevdîtinên Hevhelalkirinê” de dê biçe Roboskê ku di 8’ê Kanûna 2011’an de di encama bombebarana artêşa tirk de 34 sivîl lê hatibûn qetilkirin. Li gorî nûçeya Halktv’yê dê Selvî Kiliçdaroglû jî beşdarî serdanê bibe.    Kiliçdaroglû di çarçoveya “Hevdîtinên Hevhelalkirinê” de bi “Mexdûrên 28’ê Sibatê” re hatibû ba hev. Kiliçdaroglû têkildarî komkujiyên Sêwas, Mereş û Roboskê jî bal kişandibû ser “Hevhelvalkirinê.” Kiliçdaroglû gotibû; “Ez dixwazim ji Tirkiyeyê re mîrasekî bihêlim. Miletekî li hev hatî dê bibe serkeftina min a herî mezin.”