ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne 2022-08-03 15:22:57 STENBOL - ÎHD’a Stenbolê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” parve kir û di raporê de hat diyarkirin ku di 3 mehên dawî de li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” ya sê mehên dawî bi raya giştî re parve kir. Rapor bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê hat eşkerekirin. Rêveberên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberên ÎHD’ê diyar kirin ku wan raporê bi rêya faks û nameyên girtiyan, serlêdanên parêzer û malbatan ên derbarê binpêkirinan de amade kirine.    Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Silîvriyê, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1 û 2’yan a Tîpa F’yê, Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Metrîsê ya Jimara 2’yan, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê, Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan, Girtîgeha Denîzliyê ya Tîpa T’yê, Girtîgeha Elmaliya Antalyayê ya Vekirî, Girtîgeha Maltepeyê ya Jimara 1’an, Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Ewlehiya Bilind, Girtîgeha Panosê ya Vekirî, Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê, Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîrê ya Tîpa T’yê, Girtîgeha Bodrûmê yaTîpa S’yê û 17 girtîgehên din cih têde girtin.    SERLÊDANÊN 3 MEHAN HATIN BERHEVKIRIN    Li gorî raporê, di mehên nîsan, gulan, hezîranê de li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan 43 serlêdan, li Girtîgeha Silîvriyê 16 serlêdan, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1 û 2’yan a Tîpa F’yê 10 serlêdan, li Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa T’yê 5 serlêdan û li girtîgehên din 17 serlêdan ji bo komeleyê hatine kirin û bi giştî 90 serlêdan hatine kirin. Di raporê de hat gotin girtiyên edlî 17 serlêdan û girtiyên polîtîk jî 74 serlêdan kirine. Ji serlêdanan 42 serlêdan ji aliyê jinan ve, 2 serlêdan ji aliyê LGBT+’an ve û 47 serlêdan jî ji aliyê girtiyên mêr ve hatine kirin. Di serlêdanan de gelek binpêkirinên mafan cih girtin. Di 26 serlêdanên meha nîsanê de 413 binpêkirin, di 10 serlêdanên meha gulanê de 175 binpêkirin û 55 serlêdanên meha hezîranê de jî 651 binpêkirin hatine tespîtkirin. Li gorî vê yekê hezar û 239 binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine tespîtkirin. Bi rêya lêkolîna li ser çapemeniyê jî 350 binpêkirin hatine tespîtkirin û hem di serlêdanan de hem jî bi rêya çapemeniyê bi giştî hezar û 589 binpêkirin qewimîne.    ÎŞKENCE GIRTIYAN DIBE BER BI ÎNTÎHARÊ VE    Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî di civînê de axivî û destnîşan kir ku girtî ji bo çareseriyê dikevin greva birçîbûnê û ji ber îşkenceya li girtiyan tê kirin û cezayên dîsiplînê li girtiyan tê birîn, girtiyan ber bi întîharê ve dibe.    TECRÎD DIDOME    Yolerî destnîşan kir ku ji girtîgehên Tîpa S û Y agahiyên zêdebûna binpêkirinên mafan tên û hemû binpêkirin rê li ber tecrîdê vedikin. Yolerî da zanîn ku ji bo dawî li sepana tecrîdê bê daxwaz û serlêdan nayên qebûlkirin û di mînaka Îmraliyê de jî viya xwe dide nîşandan û rewşa tecrîdkirinê didome. Yolerî ji bo hestiyarê bang li raya giştî kir.    Piştî Yolerî endamên ÎHD’ê Ummuhan Kaya û Mehmet Acettîn binpêkirinên mafan ku qewimîne parve kirin.