Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir 2022-08-03 16:49:12 MÊRDÎN - Miftîtiya Navçeya Qoserê ji bo meleyê mizgefta gundê Meşkoka lojmanekê çêbike, bêyî destûr ji xwediyê malê Abdulbarî Ozdemîr bistîne mala wî xera kir. Ozdemîr li pêşiya avahiyê miftîtiyê bi zarokên xwe re dest bi çalakiyê kir. Miftîtiya Qoserê li gundê Meşkoka yê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve meleyek wezîfedar kir û ji bo ku ji mele re lojmanekê çêbike jî xaniyê welatiyê bi navê Abdulbarî Ozdemîr bêyî ku destûr jê bistîne xera kir. Ozdemîr di sala 2013 û 2014’an de ji ber gefên keyayê gund û cerdevanan û di encama birîndarbûna bi çekê de neçar ma ku ji gundê xwe derkeve. Ozdemîr hînbû ku xaniyê wî ji bo çêkirina lojmana mele hatiye xerakirin û bi rayedarên miftîtiyê re axivî. Rayedarên miftîtiyê xwestin bihayê xaniyê wî bidinê lê Ozdemîr ji wan xwestiye ku xaniyê wî wekî berê bê çêkirin. Pîştu ku daxwaza wî ji aliyê rayedarên miftîtiyê ve nehatiye qebûlkirin Ozdemîr bi zarokên xwe ve li pêşiya Miftîtiya Qeserê dest bi çalakiyê kir.    MAŞÎNEYÊN ŞAREDARIYÊ ÇÛNE XANÎ XERA KIRIN E    Ozdemîr tiştên ku miftîtiyê aniye serê wî bi ajansa me re parve kir û got: "Bêyî ku destûr ji min bistînin bi pêşniyaza kesên bi min re dijminatiyê dikin re miftîtî ketiye tevgerê. Dê lojmana mele çêbikin. Ji Şaredariya Qoserê maşîneya kar xwestine, şaredarî jî maşîne şandiye û mala min xera kirin e. Ne ji min destûr xwestine ne jî fikra min pirsîne. Ma qey ji xwedê jî natirsin. Gava ku min ev yek bihîst ez çûm li mala xwe binêrim. Tiştek nemabû. Xanî rast kirine. Min xwest ku xaniyê min ji nû ve bê çêkirin. Wan teklîfa perayan li min kir. Min qebûl nekir. Ji ber wê ez  niha li vir çalakiyê dikim.”