Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin 2022-08-03 17:07:33 AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku êrişên li ser êzidiyan didomin û got: “Êzidiyan tu carî li ber vê zîhniyetê serê xwe netewand.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê bi armanca salvegera 8’emîn a Şengela Qetlîamê li Parka Xezal a navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyanî da. Aktîvîstên TJA’yê, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, rêveberên DBP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Jin bi laçikên spî tev li bûn û pankarta “Komkujiya jinên Êzidî, komkujiya mirovahiyê ye. Em ji bîr nakin” vekirin.    Berdevka Meclsa Jinan a HDP’a Amedê Yasemîn Uçer di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew êrişa li dijî êzidiyan êrişa li dijî mirovahiyê hat kirin bû û hê jî ew birîna Şengalê baş nebûye û wek êşa xwe dibînin. Uçer anî ziman ku DAIŞ’ê 6 hezar û 417 kesan revandine û 3 hezar û 518 ji wan jin bûne û ew ê tu carî wê rojê û qetlîamê ji ber nekin û hesabê wê bipirsin.    ÛCA: ROJEK REŞ E    Parlamentera HDP’ê ya êzidî Feleknas Ûca jî destnîşan kir ku 3’yê Tebaxê wek roja reş derbasî rûpelên dîrokê bûye û wiha got: “Bi êrişên DAIŞ’ê re êzidî li Şengalê tenê hatin hiştin. 8 sal derbas bûn. Bi sed hezaran êzidî neçar man koç bikin. Qetlîamek wiha li tu devera dinyayê nehatiye dîtin û neqewimiye. Lê ev qetlîam di 3’ê Tebaxê de bi serê êzidiyan ve qewimî. Jin hatin zincîrkirin û li bazarên koletiyê yên Mûsilê hatin firotin û li gelek deverên Rojhilata Navîn ev rewş qewimî. Jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn digotin ku ew rojê çend caran dihatin firotin. Di şexsê jinên êzidî de jinên kurd bi qetlîamê re rûbirû man.”    AQÛBETA 2 HEZAR Û 700 JINÊN ÊZIDÎ NAYÊ ZANÎN    Ûca anî ziman ku li gel 8 sal bi ser fermanê re derbas bûye jî 2 hezar û 700 jinên êzidî winda ne û aqûbeta wan nediyar e û got: “Qedera Şengalê wisa ye. Ev qetlîam li ber çavê hemû dinyayê pêk hat. Lê mixabin Şengal bi birînê xwe re bi tena serê xwe ma. 12 siwarên azadiyê li Şengalê korîdor vekirin û pêşî li fermanek mezintirîn girtin. Yên ku birîna Şengalê wek birîna xwe dibînin, dibêjin ‘Şengal namûsa Kurdistanê ye’, ‘jinên êzidî namûsa kurdan e’, 8 sal derbas bûn lê çiqas xwedî li namûsa Şengalê derketin? Yên ku pişta xwe dan Şengalê, dilopek av nedan dayik û zarokên êzidî. Yên duh Şengalê bi tenê hiştin wê dîrok wan efû neke. Bi sedan jin ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe di zinaran de avêtin.”    ‘ŞENGAL XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERDIKEVE’    Ûca diyar kir ku li dijî êrişên DAIŞ’ê berxwedanek mezin li Şengalê deng veda û got: “Li Şengalê jiyanek nû hat avakirin. Divê me xwedî li vê berxwedanê derkevin. Wê tu êriş û planên li ser Şengalê bi ser nekevin. Wê kes nikaribe li ser Şengalê biryaran bide. Êzidiyan tu carê li dijî vê zîhniyetê serê xwe û serê xwe netewand. Êzidî ango Şengal her tim xwedî li dîrok, ziman, çand û siberoja xwe derketin.”    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û paşê çalakî bi dawî bû.