Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn 2022-08-03 17:35:32   ŞIRNEX - Hate ragihandin ku di encama qulipîna wesayîta leşkerî de 10 leşker birîndar bûne. Hate hînbûn ku li nêzî gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê wesayîta zirxî ya bi navê kîrpî qeza kiriye û 10 leşker birîndar bûne. Hate ragihandin ku bi ambûlansên sewqî herêmê hatin kirin, leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Li aliyê din duh li Roboskê di dema derbasbûna wesayîta eskerî ya pîkapê de teqînek pêk hatibû, di teqînê de cerdevanê bi navê Kerem Mehmetoglû jiyana xwe ji dest dabû û 2 cerdevan jî birîndar bûbûn.