Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn 2022-08-03 18:05:15   ŞIRNEX - Hate diyar kirin ku piştî teqîna li depoya cebilxaneya Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Cotkakarçîna ya Şirnexê pêk hat, du leşker birîndar bûne. Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Cotkakarçîna ya Şirnexê di saetên nîvro de li ser hev sê teqîn pêk hatin. Ji ber teqînê ji fermandariyê dû rabû. Hate hînbûn ku ji ber parçeyên cebilxaneyê yên li derdorê belav bûyî şewat derketiye. WALITIYA ŞIRNEXÊ DAXUYANÎ DA Walitiya Şirnexê di daxuyaniya xwe ya têkildarî teqînê de îdia kir ku ji ber bê baldariya leşkerekê teqîn pêk hatiye û aşkere kir ku ji ber teqînê du leşker birîndar bûne Li aliyê din hate diyar kirin ku şewata li daristanê derketiye bi agirkuj û TOMA’yan mudaxile hatiye kirin û şewat hatiye vemirandin.