HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin 2022-08-03 20:37:26   RIHA - Rêxistina HDP’a Rihayê esnaf vexwende mîtînga ku dê di 6’ê tebaxê de li Amedê pêk were. Esnaf pirsgirêkên aborî yên jiyîn, ji şandeya HDP’ê re ragihand. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a  Rihayê, serdana esnafê Taxa Silêmanî yê li navçeya Halîliyeyê kir û gel vexwendin mîtînga ku dê bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û mêtîngeriyê re na” dê di 6’ê tebaxê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk were. Hevserokên HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar û Ahmet Atiş û rêveberên HDP’ê tev li seredanê bûn. Di dema serdanê de esnafan pirsgirêkên aboriyê yên dijîn ji şandeya HDP’ê re vegotin. Welatiyekî di serdanê de diyar kir ku di saziyên cemaweriyê de liyakat nîne û wiha got: “Min serî li ÎŞKÛR’ê da. Ji min re gotin ‘heke torpîla te nebe vala serî lê nede’. Gelek pirsgirêk hene bila her kes mafê xwe bigere. Wê zarokên me hesabê ji me bipirsin.” Esnafan bal kişandin ser zêdebûna bihayan û diyar kirin ku ne ew ne jî welatiyên dan û stendinê dikin ne keyfxweş in. Şandeya HDP’ê diyar kir ku pirsgirêkên aboriyê yên heyî girêdayî “polîtîkayên şer in” û diyar kirin ku çareserî kombûna li dor HDP’ê ye.