Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin 2022-08-03 21:09:53   AMED - HDP’iyên di çarçoveya mîtînga bi dirûşmeya “Çareserî em in” were lidarxistin xebatan dimeşînin û li çar aliyan bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin, gel vexwendin mîtînga di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê were li dar xistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na!” di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenişehîr a Amedê mîtînge li dar bixe. Xebatêm HDP’ê yên ji bo mîtînga herêmê bênavber didomin. HDP’iyên ji bo mîtîngê bi tev li bûna parlamenteran li gelek navçeyên Amedê derketin kolanan, bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. HDP’î ku li kolanan bi dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” hatin pêşwazîkirin, gel vexwend mîtîngê. Di çarçoveya xebatan de Rêxistina HDP’a navçeya Peyasê bi tevlîbûna Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy  û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alican Onlu  li Taxa Dîclekentê ya navçeyê Peyasê belavok belav kirin û gel vexwendin mitînge. Şandeya HDP’ê li Taxa Dîclekentê serdana bazarvanan û qehweyan kir, di serdanan de parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Alîcan Onlu ji welatiyan re axivîn û vexwendin mitînge. Her wiha şandeyê li ser cadeyê belavok belav kirin û heta Parka Rojava û Parka Orman meşiyan û gel vexwendin mitîngê. ‘EM Ê ÇARESERIYÊ BI GEL RE BÎNIN’ Parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Omer Ocalan, Hasan Ozguneş li navçeya Rezanê serdana esnafan kir. HDP’iyên ku di serdanê de bi çepik, tilîlî û îşaretên serkeftinê hatin pêşwazî kirin, dawiya bazarê axaftinek kirin û bi lêv kirin ku wê li dijî pirsgirêkên li welat dijîn wê bi gel re çareseriyê bînin. PIRSGIRÊKÊN ESNAFAN GUHDAR KIRIN HDP’iyên li navçeyên Pasûr, Farqîn û Çêrmûgê bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin, bi gel re sohbet kirin û pirsgirêkên esnafan guhdar kirin. Parlamenterên HDP’î diyar kirin ku çareserî di wan û gelê kurd de ye û her kes vexwendin mîtînga li Qada Îstasyonê pêk were. ESNAF: ÇARESERÎ HDP YE Berdevka Meclîsa HDP’ê Dersîm Dag û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî serdana esnafê li navçeya Sûrê kir. HDP’iyên li ser Cadeya Melîk Ahmet bi dirûşmeyên “HDP hêviye, hêvî li ser piya ye” û “Bijî berxwedana HDP’ê” meşiyan, gel û esnaf vexwendin mîtîngê. Esnafên ku bal kişandin ser qeyrana aborî ya kûr dibe, bi lêv kirin ku çareserî HDP ye.