Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn 2022-08-03 21:37:36 ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê kesên ku di Komkujiya Şengalê de jiyana xwe dest dan hatin bibîranîn. Bi boneya salvegera êrîşa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiyayê kesên di komkujiyê de jiyana xwe dest dan bibîranîn. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyê tev li bûn. Bîranîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re sînevîzyona ku Komkujiya Şengalê vedigot hat temaşekirin. ‘DIVÊ WEKE QIRKIRIN BÊ NASKIRIN’ Pişt re parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr, diyar kir ku divê statuya Şengalê bê naskirin û wiha got: “Ew êş û janên ku di wê fermanê de hatin jiyîn îro gelê kurd kêlî bi kêlî dijî. Gelê êzidî gelek zilm dîtin û li ber xwe dan. Ji wê demê ve rêveberiyek û statûyek hate ava kirin. Divê statû û vîna civaka êzîdî were nas kirin. Lê dewsa wê êrişî Şengalê tê kirin û li ser Şengalê planan dikin. Hewceye ku cîhan û hikûmeta Iraqê ji civaka êzîdî lêborînê bixwaze. Ev komkujî ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn lê divê ew komkujî weke qirkirin bê nas kirin.” Bername bi klama Dayîkên Aşitiyê ya “Derwêşo” bi dawî bû.