HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne 2022-08-03 21:53:20   STENBOL - HDP xebatên xwe yên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, li gelek cihan didomîne. Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, li qadan didomin. Bi tev li bûna parlamenterên HDP’ê, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclîsa Partiyê (PM) û rêxistinên HDP’ê yên navçeyan li kolan, tax û bazaran bi gel re hatin gelhev û vexwendin mîtîngê. TÊKILDARÎ MÎTÎNGÊ LI GELEK CIHAN XEBAT KIRIN Di çarçoveya mîtînga ku li Stenbolê pêk were de xebatên Rêxistina HDP’ê bênavber didomin. Rêveberên HDP’a Başakşehîrê stant vekirin û belavok belav kirin. Rêxistina HDP’a Esenyûrtê serdana komeleyan kir. HDP’a Kuçukçekmece serdana bazarên semtê kirin û bi belavkirina afîşan ji bo mîtîngê bang kirin. Rêxistina HDP’a Bagcilar li bazara semtê belavok belavkirin. Rêxistina HDP’a Eyupê li serdana taxan û kolanan kir û gel vexwend mîtîngê. Rêxistina HDP’a Bakirkoyê li taxan û kolanan belavok belavkirin. HDP’a Fatîhê jî bi tev li bûna parlatmenterê HDP’ê Zeynel Ozen li qadê belavok belavkirin. Rêxistina HDP’a Dîlovasi ya Kocaeliyê têkildarî mîtîngê stant vekir û banga tev li bûnê kir.