Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê 2022-08-03 23:30:02   RIHA - Li navçeya Pirsûsê jina bi navê N.P. bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Hate îdiakirin ku jina bi navê N.P. ku li Taxa Yildirim a navçeya Pirsûsê dijiya ber bi întîharê ve hatiye dehf dan. Cenazeyê jina ku bi awayekî biguman li mala xwe mirî hate dîtin, ji bo otopsiya wê bê kirin rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.