ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-04 09:00:10     * Hunermendê kurd Xelîl Xemgîn bi lêv kir ku di tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de rola dewletên kapîtalîst jî heye û wiha got: “Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû mirovahiye çareserî ye. Lewma dewletên kapîtalîst ji van fikran ditirsin.”    * Di Doza Kobanê de şandeya dadgehê bi darê zorê parastinê bi girtiya nexweş Aysel Tûglûk da kirin. Siyasetmedaran bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kirin ku dadgehê xwest ku Tûglûk bi îşkenceyê ceza bike.    * Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn diyar kir ku ji polîtîkayên şer ên desthilatê herî zêde jin mexdûr dibin û li dijî êrişan jin vexwendin mitînga ku dê li Qada Îstasyonê li dar bixin.    * Serokê Giştî yê TARIM ORKAM-SEN’ê Ahmet Keleş bêdengiya li dijî birîna daran a li Şirnexê rexne kir û diyar kir ku rêxistinên derdorê yên ji vê rewşê re bêdeng dimînin hevkarên sûc in û got: “Dem dema deng derxistinê ye.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 514'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 15'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ku li Amedê ye civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê dê di roja 262'yemîn de li ber Dadgeha Amedê berdewam bike. (11.00)    * Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kûrkût ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a HDP'ê ve tê li darxistin, dê li navçeya Esenyûrda Stenbolê berdewam bike. (18.00)   * HDP'a Stenbolê têkildarî mitînga dê di 7'ê mehê de li Kartalê li dar bixe li gelek navçeyan xebatan bi rê ve bibe. (18.00)