TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e 2022-08-04 09:01:42 ENQERE - Serokê Giştî yê TARIM ORKAM-SEN’ê Ahmet Keleş ku bêdengiya li dijî birîna daran a li Şirnexê rexne kir, diyar kir ku rêxistinên derdorê yên ji vê rewşê re bêdeng dimînin hevkarên sûc in û got: “Dem dema deng derxistinê ye.”   Birîna daran a li herêma Besta, çiyayên Cûdî û Gabar ên Şirnexê berdewam dike. Her roj bi hezaran dar her roj tên birîn û dibin li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tên firotin. Di encama darên bi hinceta “ewlehiyê” bi destê cerdevanan tên birîn de ji sedî 7 qada hêşîn a li herêmê tune bû. Li gorî daneyên Midûriyeta Daristanê ya Herêma Rihayê, ji aqarê Şirnexê yê ji 7 hezar û 112 kîlometre çarçik pêk tê ji sedî 43 ji qada daristanê pêk tê. Ji ber “polîtîkayên ewlehiyê” yên Tirkiyeyê ji salên 90’î ve dişopîne û şewatên tên derxistin û birîna daran, qadên bi daristan her ku diçe kêm dibin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yê Baskê Xizmeta Daristan û Çandiniyê (TARIM ORKAM-SEN) Ahmet Keleş, bertek nîşanî bêdengiya li dijî birîna daran da.    ‘MANÎPULASYONÊ DIKIN’   Keleş, diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê nayên wê wateyê ku Tirkiye tê parastin û wiha got: “Ev rewşa heyî hewldana manîpulekirina hişmendiya netew dewletê ye. Birîna daran a li Şirnexê mînaka vê ya herî mezin e. Herêma ku dar lê tên birîn, qadeke rantê ya gelek xurt e. Bi polîtîkayên ewlehiyê, hewl didin weke ku li dijî bekaya dewletê tê sekinandin manîpulasyonê ava bikin. Jiyana ku li wir tê tune kirin, bandor li hemû herêmê dike û bi xwe re zêdekirina krîza avhewayê tîne.”   ‘TU ÎHALE TUNE NE’   Keleş, bi lêv kir ku polîtîkayên ewlehiyê ji bo hinekan dewlemend bikin tên meşandin û anî ziman ku di bin birîna daran de rantek heye. Keleş, da zanîn ku têkildarî birîna daran tu îhale jî nînin û wiha berdewam kir: “Têkildarî vê tu îhaleyên fermî nînin. Me hem li daneyên Wezareta Daristanê hem jî yên Cendermeyê nêrî, tu îhale nehatine kirin. Cerdevan û beşa ku dixwaze li wir rantekê bi dest bixe, serê her traktöre 4 hezar lîre distîne. Li wir her tişt bi awayekî veşartî tê kirin. Têkildarî birîna daran a tê kirin, daneyeke teyîtkirî jî nîne. Bi taybetî li Cûdî, Besta û Qilebanê her roj 30-40 kamyonên daran dişînin herêmên cuda yên Tirkiyeyê. Em dikarin qala komeke ji ber talankirina ekolojîk bi milyonan lîreyan qezenc dikin bikin.”   ‘HIŞMENDIYA NETEW DEWLETÊ’   Keleş, bal kişand ser hişkesaliya herêmên ku dar lê tên birîn. Keleş, bi bîr xist ku bi çavên daran nikarin nêzî daristanan bibin û ev tişt gotin: “Hişkesalî wê gelek guhertinên avhewayî bi xwe re bîne. Herêm gelek cureyên nebatan jî di nava xwe de dihewîne. Talana ekolojîk a tê kirin tê wateya qûtbûna di navgbera xweza û mirovan jî. Di bîra civakê de kesên ku vê talana ekolojîk dikin, wê di jiyaneke demokratîk de li pêş hiqûqeke demokratîk hesaba vê yekê bidin. Divê mirov bi awayekî zelal diyar bike ku ev komkujiyeke. Şikandina hişmendiya netew dewletê ji yekbûna xweza û jiyanê ne cuda ye. Dema xweza tune bû, wê armanceke mirovahiyê jî nemine, qutbûna ji xwezayê wê bibe sedemê qutbûna ji mirovahiyê.”   ‘TUNEKIRINA XWEZAYÊ, TUNEKIRINA JIYANÊ YE’   Keleş, destnîşan kir ku gelek rêxistinên derdorê bêdeng mane û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Greenpeace ku rêxistineke derdorê ya navnetewî ye, bi gotina ‘nakeve qada me’ ji vê talana tê kirin re bê bertek ma. Sedemê ku nakeve qada wê zêdebûn û pîrozkirina polîtîkayên ewlehiyê yên li welat in. Hin rêxistinên derdorê jî hevkarê sûc in. Dem dema deng derxistinê ye. Di serî de komkujiyên li qada xwezayê tên kirin, dij derketina komkujiyên li qadên din tên kirin hem etîk hem jî bi awayê fikrî girîng e. Em ê di her şert û mercî de têkoşîna xwe bidomînin. Ne tenê birîna daran e, tunekirina xwezayê ye û di esasê xwe de jî tunekirina jiyanê ye. Ji bo li jiyana xwe xwedî derkevin me her tim got ku em ê di nava her cure hewldanan de bin. Ji vir û pê ve jî em ê gotina xwe bibêjin.”