Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin 2022-08-04 09:21:45   ENQERE - Prof. Dr. Bayram Alî Ersoy tayînî şûna Serokê OSYM’ê Prof. Dr. Halîs Aygun hat kirin.    Bi fermana Serokkomarê AKP’yî Tayyip Erdogan duh Serokê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Ayugn ji wezîfeyê hatibû girtin. Li ser fermana Erdogan Prof. Dr. Bayram Alî Ersoy tayînî şûna Aygun hat kirin. Tayînkirina Ersoy di Rojnameya Fermî de hat eşkerekirin.    ÇI BÛBÛ?   Pirsên di Ezmûna Hilbijartina Personelên Cemaweriyê de derketibûn, dişibiyan pirsên pirtûkên Weşanxaneya Yedîîklîmê û ev yek di medya civakî de cih girtibûn. Gelek bikarhenerên medya civakî wek “bûyera nû ya Feto” parvekirinan kirin. Pişt re OSYM’ê daxuyanî da bû û gotibû, “îdia bêbingeh in.” Serokkomar Erdogan derbarê bûyerê de daxuyanî da û gotibû, “lêpirsîn hatiye destpêkirin.” Li ser vê yekê Serokê OSYM’ê Aygun ji wezîfeyê hatibû girtin.