Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin 2022-08-04 09:40:17   ENQERE - Li ser gilîkirina DDK’ê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê rûniştina Lîsansa KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin.    Desteya Kontrolê ya Dewletê (DDK) derbarê Ezmûna Hilbijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS) de gilî kiribû. Li ser vê gilîkirinê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê rûniştina Lîsansa 2022-KPSS de bi hêceta “li dijî cemaweriyê xapandin”,  “sexktekarî” û “bikaranîna wezîfeyê ya xerab” lêpirsîn da destpêkirin. Bi lêpirsînê re polîsan bi ser avahiyên du kargehên aydê Weşanxaneya Yedîîklîmê de yên li Kizilay û Ostimê de girt û lêgerîn hat kirin.