Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê 2022-08-04 09:45:31 ENQERE - Vê carê jî wêneyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di afîşên danasîna Weşanxaneya Yedîîklîmê de derketin holê.  Gelek wêneyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi lîderên rêxistên sûcên organîzekirî, tiryakê, nelirêtî re derketibûn holê. Vê carê jî wêneyên Soylû di nava afîşên danasîna Weşanxaneya Yedîîklîmê ku navê bi lêpirsîna derbarê KPSS’ê re ket rojevê, derketin holê. Wêneyên Soylû li ser medya civakî bû rojev.    Wêneyên Soylû di afîşên danasîna dersxaneya Yedîîklîmê ya Şaxa Bûrsayê de hatin dîtin. Piştî ev afiş derketin holê îdiayên cuda belav bûn.