‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’ 2022-08-04 12:55:28 AMED - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan de axivî û wiha got: “Îro îşkenceyên li girtîgehan tên kirin, îşkenceyên serdema rejîma Esat Oktay derbas kirin.”    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 262'yan de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê bi Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş jî piştgirî dan malbatan.    Di çalakiyê de ji ewilî xwîşka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî û anî ziman ku ev nezî saleke bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin nobeta edaletê digirin. Ada, bi domdarî wiha got: “Li gel vê yekê jî rayedaran tu gav neavêtin. Girtiyan sewqî bajarên dûr dikin. Heke zarokên me bibin derveyî welêt jî em ê li pey wan biçin. Zarokên me kesek nekuştiye û destdirêjî li kesekî nekirine. Çi dikin bila bikin dê nekarin bigihijin miraza xwe. Zarokên me bi birçîhiştin û sirgûnên wan serî natewînin. Em jî bi vî ruhî ser pêya ne.”    RÊJÎMA KENAN EVREN   Piştre jî Hasan Ozguneş axivî û diyar kir ku Tirkiye ji her alî ve di krîzeke mezin de ye. Ozguneş, bi lêv kir ku desthilatdar girtîgehan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha pê de çû: “Kenan Evren rejima 12’ê Îlonê dewrî zarokên xwe kir. Evren bi kiryarên xwe faşîzma xwe nîşan da. Kapasîteya girtîgehan 70 hezar e lê niha 360 hezar girtî niha hene. Tecrîda li ser birêz Ocalan belavî hemû girtîgehan bû. Mînaka tecrîda li ser birêz Ocalan li cîhanê nîne. Edî îşkenceyên li girtîgehan yên di dema rejîma Esat Oktay de derbas kirine. Êdî girtîgeh bûne qada rewakirina îdamê. Aysel Tugluk li gel ku nexweşa giran e jî nayê berdan. Çevîk Bîr jî bi heman nexweşiyê ketibû û hate berdan lê Aysel Tugluk nehat berdan. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hişmendiya faşîzmê Tirkiye veguherand dojehê. Em ê heta dawiyê li dijî van sepanên derhiqûqî têbikoşin.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DEMILDEST BÊN BERDAN’   Piştevaniya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleye piştgirî dan malbatan. Li ser navê xwendekaran Abdullah Kazaylek axivî. Kazaylek, anî ziman ku girtîgeh veguherîne cihên mirinê û wiha bi dawî kir: “Desthilata AKP-MHP’ê li hêlekê kujer û tecawizkaran ber dide, li hêla din jî nivîskar, rojnameger û siyasetmedaran digire. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”