KPSS hat betalkirin 2022-08-04 13:25:37   NAVENDA NÛÇEYAN - OSYM’ê bi îdiaya ku pirs hatine dizîn rûniştina KPSS’ê ya di 31’ê tîrmehê de hatibû kirin, betal kir.    Serokê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) yê nû Prof. Dr. Bayram Alî Ersoy ragihand ku rûniştina Ezmûnên Hilbijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS) ku di 31’ê tîrmehê de pêk hatibû, piştî îdaiyên ku pirs hatine dizîkirin ket rojevê, betal bûye.    Ersoy diyar kir ku rûniştinên KPSS’ê yên dê di 6-7’ê tebaxê û 14’ê tebaxê de bihatina kirin hatine taloqkirin û ew ê ji bo ezmûna nû dîrokan di demek nêz de bi raya giştî re parve bikin. Ersoy anî ziman ku bernameya karûbarên KPSS’yê ya nû dê di 17’ê îlonê de dest pê bike.