Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan 2022-08-04 13:32:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê girtî rastî sepanên keyfî tên û mafên wan ên bingehîn tên xespkirin.  Rojnameger Îbrahîm Karakaş li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin û birayê wî Mûrad Karakaş xwest biçe serdana wî. Karakaş, duh ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û da zanîn ku jê hat xwestin ku goreyên xwe derxîne. Karakaş, diyar kir ku peywirdaran sedema vê sepanê jî weke “mewzûat” nîşan dane û wî jî ji wan re gotiye; “Min jê re got mewzûatê nîşanî min bidin lê gotin; ‘mewzûat tune ye.’ Bi awayekî keyfî nehiştin ez hevdîtinê bikim. Ez ê li Dadgeriya Girtîgehê îtîraz bikim.”    GREAV BIRÇÎBÛNÊ DIDOME    Her wiha greva birçîbûnê ya dorveger a li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ku di 14’ê tîrmehê de hatibû destpêkirin, didome. Her 5 rojan carekê komeke nû grevê dewr digire. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê rabe, dawî li binpêkirinan bê anîn û mafên girtiyan neyên binpêkirin.    TÎPA T A KURKÇULERÊ: SEPANÊN KEYFÎ DIDOMIN   Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin. Hat zanîn ku di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, di dema jimartinê de jimartina ser pêyan tê ferzkirin, qawîş bi awayekî keyfî tên guherandin, derheqê wan de girtek tên girtin û têxin hucreyên yekkesî, girtiyên li dijî van zextan derdikevin jî tên derbkirin, mafên wan ên herî bingehîn tên binpêkirin, xwarin û vexwarina wan baş nayê dayîn û ji hewayê germ zêde bibandor dibin.    GIRTÎGEHA BAFRAYÊ: DEST DANÎN SER PIRTÛKAN   Girtiyê bi navê Selamî Keleş ku nexweşê epîlepsiyê ye û li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinan kir. Keleş, anî ziman ku rayedarên girtîgehê bi awayekî keyfî dest danin ser radyo û pirtûkên wan ji kantînê girtine û dema li dijî vê derdikevin jî derheqê wan de lêpirsîna disiplînê tê destpêkirin.    GIRTÎGEHA TÎPA S A BODRUMÊ: GIRTÎ XISTIN HUCREYÊN YEKKESΠ   Parêzeran da zanîn ku ji 18 girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tên ragirtin 5 jê li qawîşên 2 û 3 kesan de tên ragirtin û yên din jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Parêzeran diyar kir ku girtiya bi daxwazên “Bila hemû girtiyên siyasî bînin heman bloqê, girtiyên cezayê muebbetê lê hatiye birîn di hucreya yekkesî de neyên ragirtin, bila girtiyên ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di hucreyên li heman hewadariyê dinihêre bên ragirtin û mafên spor, sihbet û çandî neyên binpêkirin”, di 3’yê tebaxê de wergirtina xwarinê protesto kirine û heke ev daxwazên wan neyên qebûlkirin jî dê di 8’ê tebaxê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin.    'GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN’   Her wiha parêzeran wiha qala binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê kirin: “Li gel ku pêyê girtiyê nexweş Suphî Îsmaîl ampute bûye, girtî Kudbettîn Menteş nexweş e û gelek kal e û girtî Gurbuz Topçu jî hinek lebatên xwe winda kirine jî bi tena serê xwe tên hiştin. Li gel ku dawiya hefteyê mesaî nîne jî, di roja şemiyê de bi ser qawîşan de hate girtin. Di hucreyên yekkesî de pergala kamerayan heye û raste rast mudaxaleyî jiyana girtiyan dikin. Hevdîtinên vekirî li girtîgehên din saetek û nîv in lê li vir herî zêde 45 deqe tên dayîn. Girtî herî zêde dikarin 5 pirtûkan li cem xwe bigirin. Ji bilî Bîrgunê tu weşanên muxalîf nadin girtiyan. Girtiyan dereng dişînin nexweşxaneyê.”